Düşünce ve Kuram Dergisi

Çanda Çilvirîn û Herifandinê

Metin Yamalak

Çand mirov e, mirovatî ye, hiş e, hemû berhemên ji hiş û bûjenan hatine afirandin in.

Angaşteke ji aliye piraniya zanyar û civaknasan ve tê parastin ew e ku çand, peresana gerdûnê ya ji peresana organik-înorganik borandiye û peresan derbasî bîwareke nû kiriye ye. Ali Firat jî li ser vê heqîqetê disekine û pênaseya mirov jî ji ser vê heqîqetê pêş dixe. Pênaseya ku “gerdûn xwe di şexsê mirov de digihijîne wateyê û azad dibe” di çarçoveya gerdûn peresîna xwe bi mirov bûyînê re, bi çand ê didomîne de ye. Di nava xwezayê de aferîdeya ku taybetİyên madî û manewî ên aferî de û heyberên din di xwe de dihewîne û van taybetiyan herî foksiyonel bi kar tîne mirov e. Mirov di zineyir peresîna biyolojîk de forma herî pêşketî a hêlên wê yên maddi û manewî bi hev re herî pêşketiye. Wekî ku zineyira biyolojik heya gihiştiye mirov û civakê; gihiştiye lûtkeya xwe, bi mirov û civakê re di çandê de meşiyaye, xwezayeke nû (xwezaya dûyemîn afirandiye. Peresîna xwe azad kirina gerdûnê di qada çandê de berdewam kiriye. Ku em bi vê çavê li çandê binerin gelo çand çiye?

Tiştên ku xwezaya yekemin xwe bi xwe di nava diyalektika peresîna xwe de afirandine ,tiştên xwezayî ne , ev tişt ji hêman û berhemên çandê nayêne hesêb. Hêman û berhemên çandê tiştên ku mirov li ser fikiriye, bi hiş û hunera xwe ked daye; gihandiye dirûv û wateyekê. Bi vê qesta çiya, rûbar, dar, kûlîlk, sewal… ne hêmanên çandê ne. Laşê li ser rûbarê co vekirin, gol çêkirin, bi ava wê bax û bostan avdan çand e. Sewalên ku têne kedîkirin û di jiyanê de risteke taybet li wan tê barkirin, dibin hêmanên çandê. Kedîkirina nebatan, çandin-çinandina nebatan çandek e. Bi hemû heyberên xwezayê re têkilî, hemû têkiliyên mirovan, şîn, şahî, bawerî, ziman, çîrok, stran çand e. Mirov bi xwe jî him afirênerê  çandê, him jî berhema çandê ye. Ji dema ku mirov seretayî hiş pêşxist, bi hiş têkiliya civakî sazkir, ango sinc û konavanî afirand, dan û standina civakî gihand pîvanan û pê teşe da jiyanê, jiyan gihand pîvan, rêzik û rêgezan, heman awayî çand jî afirand.

Di çarçoveya teng de çand bi muzîk, folklor, hüner û gerdîşa civakan ve tê pênase kirin. Di çarçoveya fireh de çand; bi  hemû tiştên madddî û manewî yên ji aliye mirovan ve hatine çêkirin tê pênase kirin. Sinc, ramyarî, alav, xanî, gund, çandinî, dewlet, teknolojî, al, ziman, wêje, muzîk û her wekî din(hwd.) hemû tiştên bi ked û hişê mirovan hatine pêk teşe girtine; ev tişt berhem û hêmanên çandê ne.

Di nava jiyana civakî de çand bi gelek hêlên xwe ve tê zimên. Wekî nasname û pênaseya gel û neteweyan; çanda Eşirî, çanda olî, netewî… Wekî astakamilî, xislet, dab û nêrît û perwerdeyê: zanatî, terbiye, dadmendî, hiqûqî, pîşeyî, tendirûstî… Wekî pênaseya huner û wêjeyî: çanda dengbêjî, çîrokbêjî, nivîskarî… Wekî pîşe û hilberandinê:  çanda nêçirvanî, sawalkarî, çandinî, hedadî, xeratî… Bi vê awayê her hêlên jiyana civakî cûda cûda wek çandeke hatibe pênase kirin jî, ev jibo xweserî û taybetiya wan helan diyar dibe, hatiye kirin. Di rastiye de çand hemûyan di nava xwe de dihewîne, sîwanê hemûyane; pênaseya hemûyan e.

Li gel van pênaseyan,  wek pirsgirekeke civakî û dîrokî çanda çilvirî tê çi wateyê? Ku em bi ser vê pirsê de xûz bibin, ”çilvirîn” tê wateya dûrketina ji heqîqeta xwe ya xwezayî-civakî . Heqîqeta xwezayî peresîn û tekamula gorî since civakê ye. Di nava herikbariya civakê de civakeke exlaqî û polîtîk  hînî xislet, dab û nêrîtên nû dibe, an jî bawerİyeke nû hîn dibe. Van tiştan di nava xwe de  bi demeke dirêj nîqaş dike, qencî û xirabiyên wê yeko yeko ji hev vediçirîne, di jiyanê de diceribîne, li gorî pêdivî û pêwistiyên xwe teşe û dirûv dide, paşê ev xislet hêdî hêdî dibe perçeyekî çanda civakê. Rêbaz û peresîna civakî wiha ye.

Lê ku bi rêbazeke derveyî vê, xislet, dab û nêrîtek di nava civakê de belav bû; deriye çilvirînê jî heta dawî vedibe.Çand ji demokrasiya civakî dize. Ango di bin sîwana sinca civakî de, hemû kesên civakî tevlî pêkhatina konevaniyê dike. Ji nêrîn û behreya wan sûd digire, di nava demokrasiye de bi erê û çespa civakî ew tişt teşe digre û dibe perçeyeke çandê. Rêbaza ku pêşiya çilvirînê vedike û çilvirînê diafirîne rêbaza dij-demokratîk e. Rêbaza ku bêyî nîqaş, ceribandin û çespa civakî tevlî nava jiyana civakî dibe, ji der ve xwe disepîne. Ev rêbaza desthilatgir, bi xap û derewan, bi dafik û kêmînan dinizile nava jiyana civakî. Armanca vê rêbazê, rant û berjewendiyên madî, bîrdozî ye. Di nava vê rêbazê de derew, xapandin, bi zor û hukmê qanûnan sepandin heye. Hemû dewlet, çînên desthilatdar rêbaza zor û qanûnan disepînin civakê. Mînak, netew-dewlet bi zor û qanûnan ziman, çand û baweriyên civakan, neteweyan qedexe dikin, şûna vê, ziman û ola xwe disepîn in. Îro li Tirkiyeyê neteweya Kurd, Laz, Çerkez, Ereb, Roman û hwd. di vê rewşê de ne. Çand û zimanê wan pişiviye, dejenere bûye, çilviriye, di jiyana wan de rewşeke alaz afiriye. Piraniya endamên van neteweyan êdî nikarin bi zimanê xwe, xwe bînin zimên. Wêjeyan wan, zanista wan, felsefeya wan, aboriya wan tev bi zaman û çanda netew-dewletê ku hatiye sepandin pêk tê, bi vî awayî neteweya wan jî dipişive, diçilvire û têk diçe. Dewlet bi vî awayî, bi dibistan, çapemenî, akademî û hemû saziyên pergala xwe ya dewletî ve bi zorî perwerde dike, dixapîne, bi derewan qayil dike û dike altax û bendeyê xwe. Ku bi van jî ser neket, hikmê qanûn û zordarî bi kar tîne. Hegemonya ya çandî, birdozî, desthilatiya xwe saz dike, çilvirîn û pişaftinê wek pêşnûmeya endezyarî  a netew-dewlwtê gav bi gav di nava civak û neteweyan de pêş dixe.

Moderniteya Kapitalist jî wekî pêşketinê çerxa nûjeniya cihanî, bi deste van netew-dewletan pêş dikeve, di nava vê pêşketina pergala yekperest û faşîzmê de civakên bi sinc û konevanî ( ahlakî-politîk) dipişive, ji  cewhera xwe dikeve. Ev pergal, sinc û konevaniya van civakan diherifîne, diçilvirîne,  civakan  bê vîn dihêle. Ji xwebirêve birine dûr dixe. Derfetên aboriya wan xirab dike, qedexe dike, muhtacî xwe dike û bi xwe ve girê dide. Di nava vê têkiliya neçarbûnê de xislet, dab û nêrîtên wan mirovan diguherîne.neçar dihêle ku ew kes bernameya jiyana xwe ya rojanê, haftane, mehane, salana tevî li gor berjewendiyê xwe diyar dike. Ev yek herî xwerû bi ziman xwe dide der; bi riya aborî-bazarê ve zimanê xwe herderî jiyanê dide der û serwer dike. Ev yek bi demê re zimanê gelen din ji holê radike û wekî êrîşeke hember çanda zimên pêk tê.

Çanda kuçe û kolanan, çanda tv û modayê, bi hemû cureyên xwe ve çanda moderniteya kapitalist gişt dikeve şuna çanda malbatan û civakê, dibin xuy û xisletên wan. Dejenerasyon û çilvirîn bi vê awayê rih bi rih li jiyana mirovan diala, radipiçe, hildide hegemonya ya xwe parzûna ehlaqî û civakî bi temamî betal dibe, red û daxwaza tiştekî êdî ne gorî qencî û xirabên bi sinc hatiya diyar kirin, gorî moda, tv. Çanda popüler, çanda endüstriyel zevk û ajoyan tê bijartin. Ev jî çaleke bêbiniye. Çanda mezêxer hemû li ser van xuy û xiletan pêş dikeve, mirovan ji mirovtiyê dûr dixe.

Mezêxêrî him ji aliye maddî û manewî ve xwediyê wateya neyiniye. Tunnekirrinê, bê wate kirine, xerab kirine dinimîne. Ji ber vê çand û mezêrî têgihên dijberî hev in. Lê mixabin kapîtalizmê mezêxerî kiriye dirûvê jiyanê liser civakê serweriya hişê mezêxer ava kiriye. Lewma jî li gel dij-civaktiya xwe mexêxerî bûye “çandeke”. Modernîteya kapîtalîst ev dijberî gihandine hev vê warî de çilvirîna herî mezin pêk aniye û ev bûye rastî.

 

Her çiqas çanda çilvirî û mezêxer xisletê jiyana mo dernîteya kapîtalîst pênase bike jî, kapîtalîst bi xwe vê têgehê bi kar naynin. Di vê têgehê de him rexne , him jî red kirin heye. Afirandina mexêxeriyê jî wek “bersivdayina erz û talep”, “bersivdayina hewcehî û pêdiviyan” pênase kirine.

Têgeha “pêdivî”yê ji aliye fonksiyanê ve wateya berdewama jiyanê dide. Ne tiştekî keyf û zewqê dibersivînê ye. Çawa ku giya û nebat bê roj û av nabe, mirov bê nan av nabe, “pêdivî” navê van lazimtiyan  e. Di hişê civakan de bi vê awayê teşe girtiye. Ku mirov xwarin û vexwarinê nexwe dê bimire, pêwîste ji bo bijî vexwe û bixwe, lê ku ev kar pirole kir, ji rêjeya pêwîstî û pêdiviyê borand ev yek dibe mexaxtin. Civakên milyom salan rê nedan mezêxeriyê çawa ku nava demeke kurt de bûn mezêxer.

Kapîtalizmê li ser kelepora şaristaniya dewletgir, beriya her tiştî bi hemû sazî û derfetên xwe vê êrîşê hiş û since civakan kir, pêşiyê hiş û feraseta civakên exlakî û politik pişivand, herifand, belav kir û têk bir. Di şuna her kêla di civakê de xerab kir de çanda xwe ya popûler ava kir. Çilvirîn gav bi gav pêşket. Çanda mezêxer li ser vê çilvirînê wek perçeyekî çanda popüler ya moderniteya kapîtalîst xwe birêxistin bİke. Di binê bandora vê çanda çilvirî de pîvanên pêdivî û mezêxeriyê şêlû bû, vîna mirovan şikest. Pêdivî ji ku destpê dike li ku diqede  tevlihev bû, ajo û hestan hewn û hiş hilda bin serweriya xwe. Bi vê awayê her tiştên ku ne pêdivîne jî weke pêdiviyan hatin pejirandin. Li ser van dazwaz û mebestan mirov bi hev re ketin pêşbaziyê, hemû hewldan û armanca wan bû xwe gihandina tiştên ku kapîtalîst difroşin. Bi vê awayê pergala mezêxeriyê saz bû, weke aşekî mezin herkes hilda nava xwe hêrand. Ji bajaran heya gundan li her devera jiyanê kesên ku ji vê çanda rûxîner para xwe negirtiye nemaye.

Civakên xwezayî tu carî ji rêjeya pêdiviyên jiyanê ne borandine,cumkî hiş û sincê wan tu carî rê nedaye mezêxeriyê. Hiş û since civakên xwezayî hişê ekolojik komûnale, newa nabîne, nahêle ku mirov ziyanê bide xwe û xwezayê. Dijberî vê çanda desthilatan nemaze ya kapîtalîstan afirandiye ku tu pîvanan nas nake, bi ezezêtî berjewendiperestî û çavbirçitî êrîşê her tiştî dike, nahêle ku mirov di nava pîvan û sînorên jiyana sinc û konevaniyê de bimîn e. Civakên xwezayî yên  ku sinc û konevaniya xwe winda kirin di nava bazara kapîtalîst de vegeriyan bîr û keriyên her wekî ku xelayê dijîn. Her nirxên xwe feda dikin jî jibo xwe bigihînin meta û barên kul i bazar û piyaseya kapîtalîst li pêşendeyê ne, bûne mode. Bi çanda mezêxeriyê pir;aniya mirovan li gel nexweşiyên hiş û ruhî, bi dehan nexweşiyên fizikî dijîn. Jiyan li wan herimiye, tu tehm û çêja manewî nemaye; ya maddî jî bûye êş û jan û tengezarî, jiyan vegerandiye êşkenceyekê. Çiqas diçe hejmara mirovên obez zede dibe, êdî mirov ne Ji birçîbûnê, ji zede xwarinê dimirin. Bi xwere xwezayê jî dikujin, temenê dinyayê kin dikin. Tu têkiliyên mirovîn nemane, herkes bi çavê berberî, rikberî û reqîban li hev diner;in. Ji civaka xwezayî avêrebûna pênc hezar salan berî, îro gihîştiye lûtkeyê ku civakan tüne dike, jiyanê tüne dike pergala ekolojik ber bi tunnebûnê ve dibe. Ku hiş û zanîna sincî ya sînorên”pêdivî” û “ mezêxerî” yê ji deste mirovan hate girtin têkçûna civak û jiyanê teqez e.

Şaristaniya dewletgir di civaka xwezayî de  avêrebûnek be jî, tu heyama wê bi qasî kapîtalîzmê nekariye li ser jiyana mirovan serwerî û hegemonyaya xwe ava bike. Her çi qas li alîyekê dewlet û desthilatî hebe jî, civakan di nava xwe de bi riya sincê civakî pêşiya çilvirîn û mezêxeriyê girtiye. Beriya heyama kapîtalîstan serfkarî û mezaxtin gelemperi wek xîsletê desthilat, dewlemend û keser li der û dara wan civiyane pêk hatiye. Di qesr û serayan de pêk hatiye, ji sedî nod û heyşt ê  civakê ku derveyî vê çîna ser dest e, ji mezêxerîyê dûr e, him derfetê wan ê mezexerîyê bikin tüne ye, him ji since wan ê ciwakî rê nade vê yeke. Beriya kapîtalîzmê rewşa civak û serdestên wan demantan gelemperî bi vî awayî ye. Him pêwîstiya dewlemend û serdestên wan deman bi mezêxeriya cİvakê tüne ye, him ji ramyarî û since civakî xurt

Bunları da beğenebilirsin

Yoruma kapalı.