Düşünce ve Kuram Dergisi

Kuştina Heqîqetê 

M. Aydın Söğüt

“Hegemonya” an ji ” desthilatdariya li her derê ” 

Dibe ku gelek hevalan xwendibe; romaneke G. Orvelli ya bi navê “1984” heye, Ev roman çîroka distopyaya (utopyaya reş) welatekî bi navê oceaniayê vedibêje. Li vî welatî di bin desthilatdarîya birayê mezin de rejimeke tund a totaliter li dar e. Li vî welatî bîrewerî ango hafiza/ xatira tune. Dîrok jî tune ye. Tenê îro û niha heye. Rabirdû (Paşeroj) guharbar e. Li gori divê ti û hewahiyên dewletê, gengaz e ku bûyînên rabirdû yê bibin nebûyî û tiştên nebûyî jî bibin bûyî. Minak, ferman ji jorê têk u filan bûyer êdî nebûyî ye. Wezaretên gelek mezin hene ku tê de bi sed hezaran kar mend dixebitin. Hemû sazî dikevin tevgerê û di nava çend deqeyan de hemû qeyd, nivîs, pirtûk, rojname û hwd’ yên ku qala vê bûyerê dikin têne imhakirin. Karmend ji hevdu ne haydar in. Yanî kes nizane ku kesê / kesa di hucra kêlekê de be çi re mijûl dibe. Piştî çend deqeyên din êdi ne bi bîra van karmendan jî de ye ku bûyereke wisa qewimiye. Edi jibîr dikin ku niha ji bo îmhakirina qeydên bûyerekê xebitîne ji. Lewre ideolojiyeke wisa (mekanizmayeke mejîşûştinê ) he ye ku bîrewerî û raman bi mûdaxala dewletê tê avakirin. Mînak, ji bo kamyanyayekî pêwîstî bi lehengeki le model heye. Ferman tê û di nava çend deqeyan de Jinenigeriya lehengekî / ê dikeve nava hemû qeyd û girktekên rabirdûyê. Du heb cîranên vî welatî hene Eurasia û Eastasia. Oceania carnan bi yekê re di şerî de û bi ya din re jî di nava hevkarîyê de ye. Ku wê rojê bi kijane re di şerî de be, wisa derbasî qeydan dibe ku her û her ji mêj ve bi wî welatî re şer hebûye û gava ku raqib biguhere (hewra hevsengi, dijminahî û hevkarî gelek diguherin) Hemû qeydên heyî têne guhertin êdi tê zanîn ku bi wî welatî re her û her aşitî û hevkarî hebûye. Şewaza ramana oceaniayi ducarfikirîn (dublethink) e. Ev, şêwazeke wisa ye ku her raman di nava xwe de paradoksa xwe jî dihewîne. Ango her raman xwe înkar Ji dike. Jixwe rêgezên bingehîn ên vê ideolijîyê wekî dirüşmeyan li her derê têne dubarekirin: ” şer Aşitî ye “” Azadî koletî ye “” Qelsî hêz e “… Saziyeke bi navê polîsê Ramanê heye û dikeve pey kesên ku di xewna xwe de jî ji derveyê ideolojiya dewletê bifikirin. Ev dewlêt zimanê civakî yê berê jî hêdî hêdî diqedîne û zimanekî nû ava dike. Li gorî hişmandiya xwe, peyvên ” ne hewce” diavêje, peyvan kin dike gelek peyvên ku heman tişti îfade dikin diavêje û tenê peyvekê dihêle. Minak, di vî zimanê de “spi” heye lê ” reş tune. ” spi” û “ne-spî ” hene. “baş” heye lê “xerab” tune. “baş” û “nebas” hene. Hemwateyên “baş” e “çê, pak, delal û hwd” tune ne. “Durcarbaş, ducarbarbaş û hwd.” Hene. Bi vî awayî tê hedefkirin ku mirov bi vî zimanê herî kurt bibin xwediyê ramiyaneke herî kurt. U gava ev armanc pêk bê jî (75 salan wekî hedef nîşan didin) dê êdî daman nemîne. Lewre raman bi zimên gengaz e. Ku ziman nemîne, ramiyan jî namîne.

Civak li her derê bîst û çar saetan bi teksereenan tê şopandin. (Teksereen wekî tekperdeyên mezin in. Îro LCD û plazma nêzî vê ne. Lê ev amûr bi rengekî zindî deng û dîmenê dide û distîne jî) wezareta aşitiyê bi karê şerî re, wezareta Evînê bi karê polisi, sixûrî û êşkencê re wezareta bereketê jî bi karê xebitandina zûde ya civakê û kêmkirina qûtê civakê re mijûl dibin.

Em dirêj nekin, bi kurtasî, li vî welatî heqiqat tê kuştin û pergala înkara heqîpatê tê damezirandin. Tişta ku G. Ramsei dibêje “Hemgemonya” û foucault jî dibêje ” Desthilatdariya li her derê ” yeqin ev e. Ev rewş di hemû pêvejoya dîroka şaristanîyê de xewn û xeyala hêzên serdest ên kedxwar û zordar e. Her hêza serdest, dîrokê (ramanê, bîrewarîyê, heqîqetê) li gorî xwe ji nû ve dide qeydkirin. Ramana berjewendiyên xwe disepina hemû civakê. Bi amûrên xwe jî (artêş, hiqûq, girtin, kuştin, birçîhiştin, talan) pêşî li hemû ramanên dijber digire. Tişta ku civakê li ser piyan dihêle bîrewerî, çand û exlaqê wê ye. Gava ev heqiqeta civakê tê kuştin, civak ji civakbûnê diqete, biyanîbûn dest pê dike. Hegemonya xwe li ser vê pêvajoyê mayînde dike. Çeka herî kuştîner ji zanist, felsefe, bawerî û hwd. Ango çeka hişmendî ye.

Gotineke meşhûr marksî heye. Dibêje ol efyûna civakî ye. Heta radeyekê ev rast e. Lê di vir de tişta gunehkar ne ol bi xwe ye. Ol ji hêla mebestxeraban ve weki efyûnê tê xebitandin. Gava mirov bi vî awayî binihêre, li gorî ciyê xwe, zanîst û felsefe û huner û wêje û sînema û spor jî efyûn in. Lewra ji hêla hegemonyayê ve ev wekî amûrên gêjkirin û bê hişxistina civakê têne bikaranîn. Ku hegemonya zanîstê ji bo berjewendîyên xwe bi kar bîne, sucdarî vê ne zanîst bi xwe ye. Mijara olê jî wisa ye. Ol di dema xwe de lêgerîneke heqîqetê, sirhildanek, çalakiyek, mudaxaleyeke civakî ye. Desthilatdar di kuştina heqîqatê de mixabin çekên gihîştina heqîqatê dixebitinin.

Zanista îro di bin bandora Navendperestiya rojavayî de ye. Ronesansa ewropayê bi hêmanên Aqilperesti, zanistperestî, xweperestî, pêşketinperestî û Gerdûniperestiyê wergeriyaye pergala modernita kapitalist. Ev modernîte îro xwe wekî navenda dîrok û dinyayê dibîne. Bi rîya aqilperestiyê hemû çand, bawerî û exlaqê civakan tiştekî ji heqîqetê dûr tê hesibandin. Bi vî rengî jî têkiliyên manewî yên civaka xwezayî hezkirina xwezayî, hevparîya madî û manevî tê kuştin.

Bi riya zanistperestiyê hemû şêwazên cuda yên raman, lêkolîn û jiyanê têne înkarkirin. Bi rêgezên pozitivizmê exlaq û muhakeme ji qada zanistê tên qewirandin. Zanist di kursiyên zanîngehan de ji hêla netewadewlatan ve tê finanskirin. Û ji lewre jî wekî şaxekî desthilatdariya dewletê barî hildigire. Pozitivizmê zanista modern dabeşî bi sedan perçeyan kiriye; wisa ye ku nihêrîneka bi giştî ya li civakê êdi gengaz nabe. Tu zanyar di derheqê pirsgirêkên civak an jî xwezayê de ne xwediyê ramaneke giştî û berfireh e. Li gorî vê jî, her şaxê zanistê divê li gorî mijara xwe (ji hêla dem, cih, û naverokê ve sînorkirî) tenê li ser diyardeyan (olguyan) bixebite. Divê di dermafê diyardeyan de ne xwediyê dîtineke exlaqi be. Li ser navê objektivizmê, tê payîn ku raman û pîvana baş an xerab xêr an nexêr rast an çewt û hwd. Bi zanyaran re nîn be. Zanista pozîtîvîst bi vî awayî felsefe jî dikuje. Lewre felsefe li gorî pîvanên exlaqî û di çarçova giştî de li mijaran dinihêre. Ev zanist rewş û têkiliyên civaka endüstriyel a ewropayî esas digire. Civakên nedi vê rewşê de, yan tune têne hesibandin an kehanet dibe ku dê ev civak Jî mêtingerî û dagirkeriya hêzên kapitalist ên li ser van welat û civakan wekî şertekî “pêşketinê” û meşrû dibînin. Ji hêlekê ve li ser navê objektîvîteyê pîvan û exlêq datînin aliyekî û dibêjin divê zanyar û zanist mudaxaleyî civakê nekin. Lê ji aliyê din ve jî her roj ji bo endazyariya civaki (toplum mühendisliği) rapor û daneyan pêşkêşî hikûmetan dikin. Li gorî vê hişmandiyê heke zagonên xwezayê bêne zanîn dê gengaz be ku mirov herika xwezayê kontrol bike. Wisa be, heke zagonên veguherîn û pêşketina civakê bêne zanîn wê çaxê mirov dê bikaribe li gorî hewahiyên pergalî reng bide civakê, herika meşa wê tayîn bike. Serok, vê zanistperestiyê ji kirinên rahîbên sûmerî ji paşverûtir û xeternaktir dibîne. Zanist di vir de dibe efyûna herî kambax û kujîner.

Me gotibû kû pîvana heqiqaté pratik e. Teoriya zanistên pozîtîvîst vê jî serobinî dikin. Di mercên normal de gava teorî û pratîk hevdu negirin, pewîste mirov teoriyê biguherîne, qelsiyên wê sererast bike. Lê pozîtîvîzm, li şûna ku teoriya xwe vecirîne û rast bike, yan dixwaze civakê (pratîkê) û diyardeyan li gorî teoriyê ji nû ve bixemilîne û yan jî rewşa heyî înkar dike. (Wekî ku qet rastiyeke wisa nîn be, berê xwe jê dûr dixe). Pozitivizm diyardegirî ye (olguculuk) lê gava ku diyarde ne li gorî têgihîştina (algiya) wê bin jî, van diyardeyan derî-zanistî dihesibîne. Di rastiyê de tişta ku ev zanist diparêze, rastî û pêdiviyên modernizmê û netewidewletên ku we finansedikin in. Di lewre, tespîta Foucaultî gelek di cih de ye; di pozitivizmê de hemû zanînên bi îdîaya objektivî, bêalîtî û gerdûnîyê, di rastiyê de hewl didin ku zemîna formeke desthilatdariyê amade û xweş bikin”

Ideolojiyên formên desthilatdariyê -, di xwezahiya xwe de pardoksa xwe jî dihewînin. Me di mînaka welatê oceaniayê de ev bi bîr xistibû. Pergaleke ku bi dirûşmên wekhevi, azadî û dadweriyê kedxwarî, mitingerî û tevkujiya candî û civakî pêk tîne, nikare bêyî paradoksê rewşa xwe vebêje. Modernîta kapitalist jî wisa ye. Ji hêlekê ve zanistê perçe-werçe dike, li ser perçan dixebite û dibêje “Heqîqet tekane ye” lê ji hêla din ve jî xwe wekî pergala gerdûnî û giştî ya ebedi ilan dike. Ji hegel heta fukiyamayî… ” dawiya aqil hat, dawiya felsefê hat, dawiya bîrdoziyê hat, dawiya dîrokê hat û hwd…”

Di tu ol û mîtolojiyan de jî mirov rastî dogmatizm û spekulasyoneke bi vî rengî nayê. Ji hêlekê ve civakê jî wekî xweza û zanistê perçe dike û kesan tîne navenda dozê: xweperestiyê wekî heqiqeta teqez nîşan dide, mezelê kolektivi, hevkarî û komunaliya civakê dikole. Lê ji hêla din ve jî pergala netewa dewletê li ser bingehên yek-dewletî, yek netewî, yek-zimanî, yek-ali, yekbazarî û hwd… ava dike û homojenîye ferz dike. Gotinên “azadîya kesan, azadiya aborî, azadiya xwemaliye” wekî baranê dibarin lê ji hêla din ve ” zagonên zanisti” he ne ku ev kesên “ azad” xwe biçirînin ji, çare tune, dê ev zagon diyarkir bin, dê hemû ernîgarî û civakên din jî (lê hertim çend gav li pey me) vê rêcê bişopînin! Di têgihîştina vê pergalî de (bi tabetî jî di qada aborîyê de) kesên “azad” ji bive (girdi) û jêveyên (çıktı) pêvajoya hilberînê pê ve tu tişt nîn in. Îdiaya modernîta kapitalist a gerdûnîbûnê, bi rastî yan jî dîroka gerdûnî ve ne têkildar e. Berevajiyê vê, ev îdiayeke wisa ye ku dibêje pergalamin ezel û ebed e, heqîqeta îro û ya sibê ye, jimin pê ve tu heqiqet tune; ku hebe jî ez nahêlim biji.

Di vê pergalê de “qanûnên zaniste” bi rastî, ” berjewendiyên pergalê ” ne. Wekî ku serok jî dibêje ; ” sebeba ku etiketa gerdûnîyê li nêzikatiya qanûn parêz didin ew e ku vê wekî navgîneke meşrûkirina ideolojîk dixebitînin.”

Bunları da beğenebilirsin

Yoruma kapalı.