Düşünce ve Kuram Dergisi

PARASTİNA CEWHERÎ RÊGEZA BİNGEHÎN A NASNAMEYA AZAD E

Zeynep Yeşil   

Dinya ya me ku di warê manewî û ahlaqî de hilweşînên kur dijî û çi pêwenîdarên ku bijiyanê ve girêdayî ye di kesayeta jinê de ji alîyê pergala Modernîteya Kapîtalîst ve bi katlîaman re rû bi rû hatîye hîştin. Di vê rewşê de li ser stratejî ya parastina cewherî sekinandin û wê ji nûve terîfkirin gelek girîng e. Di vê pêvajoyê de dewlet û hêzên emperyalîst bi hemû amûrên tunekirinê gefan li mirovahîyê dixwin û dixwazin kevneşopîya berxwedanê dîl bigrin û ji holê rakin. Di heman demê de pergala kapîtalîzmê, ew hêzên ku jê re alternatîfîn di bin navê terorê de wan tecrîd dike û wan bê bandor dihêle. Hêzên Modernîteya Kapîtalîst derfetên xwe parastina cewherî hên jinê bi gelemperî jî yen gelan hem bi sînor dike, hem jî ji bo ku ji deste wan bistîne êrîşên dijwar pêktîne. Bi vî rengî hêzên ku alternatîfê modernîteya kapîtalîzmê ne, pergal dixwaze wan kedî bike û wan bîne mer heleya ku koletîyê qebûl dikin de ye. Modernîteya kapîtalîst başdizanê ku, ji bo civak bibe kolê divê di serî de jinê desterer bike û wan bike kok. Ji ber vê yekê em bi hêsanî dikarin bêjin ku di civakê de jin qûma ku herî zêde bi êrîşên pergalê re rû bi rû ye. Ji bo ku jinê ji mekanîzmayên berxwedanê durbixin û wê tecrît bikin, bi hezar lîstok û polîtîkayên fendî li hember jinê hatîye pêşxistin. Di heman demê de pergala desthilatdar dixwaze polîtîkayên xwe ewa bike. Bi wî rengî kesayeta jinê bûye kesayetek wisa ku ne xwedîyê reflekseke ne jî xwedîyê hêzekê ye. Di encama wan polîtîkeyan de koletî li hemû şaneyên civakê belav dibe û hakîm dibe. Bi vî rengî situxwarkirin, firs û teslimîyet dibe perçeyek jiyanê. Di encama wan de jî gav bi gav durketina civakê ya ji nirxên demokrasîyê ehlaq û azadîyê dibe tiştekî jêneveger. Bi wî şêweyî civak dibe wekî kerî û tê pozîsyona ku hêzên kapîtalîst û desthilatdar wan li gorî vîn û xwesteka xwe dide beralîkirin. Ji bo xelaskirina civakê, ya ku di kesayeta jinê de di bin bombebaranê de ye, divê pirsgirêkên dîrokî yên di vê mijarê de hildin dest û ew rast werin analîzkirin. Di heman demê de hem pêşxistina hişmendî ya parastina cewherî girîng e û hem jî pêdivî ya wê ya di roja me ya îroyîn de girînge. Ji bo ku nirxên alîyê mirovahî de hatine wendakirin bi perspektîfek xurt ew werin qezençkirin û nirxandin; hemû pirsgirêkên ku jin û civak dijîn werin tespîtkirin; di destpêkê de divê ku kengî, li ku û bi çi awayî ew hatine wendakirin em di hişmendîya xewe de wan zelal bikin

Heger em wisa nekin dê hem gîhandina me ya lêgerîna heqîqetê kêm bimîne hem jî di warê çareserkirina pirsgirêkan de dê serkîtî û kêmanî çêbibin û çareserîyên ku derketine holê jî dê qewlê wan kin be. Îro vêbîneyên ku arkeolojîyê derxistîye, îspatkirîye ku civabûyîna yekem di saya jinê çêbûye. Civakbûyîn wek hêzek xurt li hember mercên zahmet ên xwezayê ji bo ku mirovahî xwe biparêze û jiyana xwe ya hevpar pêşbixe derketîye. Şertên jiyana hevparr derxistîye holê ku mirovahî ji heyînên din cudatir xwedîyê hêz û afirînerîyê ye. Ji ber vê yekê jî li hember hemû zehmetîyan hêza xwe ya berxwedanê derxistîye holê. Di civakbûyînê de tevlî bûna herkesî/ê her tim li ser du xola pêk hatîye. Qasî ku mirov ji mînateya dîrok a civakê û ji tecrûbeyên wê sudwergirtîye, ewqas jî bi rêya zekaya hestî û ya analîtîkê xwedîyê hişmendî û tecrûbeyan bûye. Bi vî rengî ku em bêjin, civakbûyîn ji bo dîroka mirovahîyê de ristek lîstîyê, de ev gotin ne pirole be.
Ramana civakbûyîna ku li derûdara jinê afirîye û bi şêwe bûye, awayekî ramana anîmîstîyê ye. Ev jî tê wê wateyê ku her tişt bi mirov re eynî dibat pezirandin. Yanî wisa dihat bawerkirin ku çawa mirov wedî riheke û zindîye, di heman demê de rihê hemû tiştên di xwezayê de ne jî heye û ew jî zindîn in. Li ser vê esasê hebûnên ku mirov bi wan re di têkilîyên de bû û ji wan sudwergirtin, wan wek xizmên xwe didîtîn û wan pîroz dinirxandin. Bi vî rengî totem dibû sembola civaka hevpar û jiyana wekhev. Ew rêzdarîya li hember totemê û lêgerîna jiyana hevpar, b; xwe re, tev gera bi wekhevî û bi hevre ya klanê derxist holê û rêzdarîya ji hev du re pêkanî. Ev hêza manewî di nava klanêde yekîtî bi pêşxistî û bi xwe re li hember êrîşan têkşîna hevpar pêkdianî. Di klanê de pêşketina hêza nasname ya civakî û jiyana hevpar, li hember gelek neyînîyan, xwe parastînê bi xwe re derxistîye.

Lewra ev nasnameya hevpar di endamên klanê de hêzek manewî derdixist û li hember hemû neyînîyan de bawerîyek mezin ji bo têkoşînê bi pêşdixist. Di gel van tiştan de ji bo parastina civakê ji hêla jinê ve gelek rêzikên ehlaqî jî dîyar dibûn. Mînak, têkilîyên zayendî ji alîyê jinê ve hatibû sînorkirin. Lewra jin maddî, manewî berpirsyarîya zarokan hilgirtî bû ser xwe, di vê mijarê de jî ew xwedîye mafê bîryarê bû.
Di vê demê de tabûyek din jî, tabûya xwarînê bû. Ji bo derdewamîya jiyanê nebat û ajalên (…) mirov ji wan sûdvergirtin li hate parastin. Di wê demê de kuştina çêlikên ojala û jêkirina fêkîyên ku negîştine qedexe bû. Ev rêzik di heman demê de li hember rîska xeloyê ya ku di xwezayê de bipêşbikeve û tedbîra nepêwîstîyên mezax e. Di gel van tiştan de di vê demê de amûr û aletên ku mirov bi karibe jiyana xwe bidomîne jî bi pêşketine. Bi soya van amûran mirov hem xwe li hember xwezayê hem jî li hember bûyerên neyînî di parast û xwe bi wan xwedî dikir. Ji ber vê yekê ramana azad a wê demê ji bo mirovahîyê wekî şoreşek mezin e û ku em bêjin tu hemdemê de mînaka pêşketinek wisa xwe nedaye der. Şoreşa çandinî, îcadkirina agir, şoreşa ziman û nivîsê û gelek şoreşên bi vî rengî mirov dikare bêje ku di dîroka miorvahîyê de şoreşên herî afirînerîn civakbûyîna ku bi hezar salan domîyaye şaneyên zihniye, raman û hestên mirov ên yekem avakirî ye. Ev pêşketinen ku di wê demê de çêbûne, di roja me ya îro de jî mirovahî li ser vê mîratê jiyana xwe didomîn eÇ Her çiqas rahîbên sumerê bi polîtîkayên înkarkerwan afirînerîneran bi xwe re dide despêkirin jî îro vebinîyên arkeolojîk û berhemên dîrokî bi me dide dîyarkirin ku B.Z 12.000 sal berê civakek dayîkî hebû ye. B.Z 4.000 sal berê hîn rahîp û pîşekor amûrên hilberînê û berhemên zêdek piştî ku desteser dikin nirxên ku ayîde (…) dayîktîyêne jî desteserdikin. Di vê demê de jî alîyên rahîban ve mêtîngerîya yekem wek mêtîngerîya zîhnîyetê hat bi pêşxistin. Rahîbên sûmeran zîhnîyeta mirovahîyê bi rîya mîtolojîyan deste ser kirin.

Rahîban xwe di navbera xwede û mirovan de wekî pîrek ango navbêykarek nîşan dane. Ev rewşdişîkandina vîna mirov û tecîr kirina giyana berxwedanê de gava yekem e. Ji bilî wê mirov dikare dîyar bike ku; di vê demê de dagirkirina zîhnîyeta mirov, kolekirina mirov wek emrek xwedê danê pêjirandin.
Dîsa cûdabûyîna zakaya hestî û zekaya analîtîk di vê demê de pêk tê. Lewra di vê pêvajoyê de hîn mirov dibin desthilatdar hîn mirov dibin kole. Qismek giyanê, qumek jî heyberan temsîl dikin. Nokokîyek din jî, di çînbûnîya ku nû nû ava dibe de, rahîp ji bo ku erka xwe zêdetir bike û berhemên zêdek desteser bike bi gelek kene û komployan serê mezin didin meşandin. Di mîtolojîyên sumer, Babîl û Yewnanê de bi çi şêweyê û bi tundîyek çawa li hember jinê şer hatîye meşandin radixe ber çavan. Têkoşîna ku di navbera Enkî û înanna de ya li ser nirxên civaka xwezayî, berxwedana ku jinan li hember pergala serwer a mêr pêşxistîye rê me dide. Xwede Enkî wek xwedayê yekem ê ku li hember xwedawenda şer pêk anîte bi bîryara xwedayan 104 me ya (Nirxên ku ayîdî civaka Xwezayîye ye) di dize û dibe bajarê xwe yê Erîtûyê. Lê belê xwedawenda Înanna di çe wî başarî û 104 nirxên ku ayîdî wê ne hildide û vedigere bajarê xwe yê Uruqê. Di encama vê yekê de meclîsa xwedayan li hember xwedawend Înanna êrîşek pir mezin pêktîne û wê ji panteona xwedayan diavêje. Di heman demê de têkoşîna ku di navbera xweda Morduk û dayîka wî xwedawend Tîamat jî wê rastiyê dide nîşandan. Marduk ji bo ku nirxên ayîde civaka xwezayî desteser bike li hember dayîka xwe bi hemû çekên xwe êrîşê pêktîne. Xençerê li dilê dayîka xwwe dide, sembol û nirxên ayîde civaka xwezayî desteser dike. Pir vekirî tê dîtin ku koletîya ku civaka zayendîperest derxistîye pêşîta mirovahîyê bi hêsanî ne hatîye pêjirandin. Mixabin berxwedana jinê û mêrên ku hîn dibin bandora civaka xwezayî de ne ji bo xelasîya ew çepanên ku mirovahî pê re rû bi rû maye têr nake. Di mîtolojîya Babîlê de tê gotin ku Morduk dayîka xwe perçe perçe kiriye û her perçeyek wê avêtîye çar alî dinê.

Bi vî we bûye asîman, zik ê wê bûye erd zemîn; bestirên çavên wê jî çemên Dicle û Firat ê çêbûye. Ev mînak; Bi tundîyek çawa mirovahî rû bi rû maue radixe ber çavan. Di heman demê de ew pergala koletî ya ku mêr dixwaze pêkbîne, bi wan mînakan re dertê holê ku, ew çiqas çavbirçî û çiqas çavreşî ye. Ji wan mînakan jî tê fêmkirin destpêka paşketin a mirovahîyê nêzî B.Z. 4.000’î de ye. Heta wê rojê jin nirxa herî pîroz e, lê belê piştî vê pêvajoyê êdî di perstgehan de hatîye hepskirin û bûye milkê mêr. Jîn ji têkilîyên hilberînê hatîye veqetandin, ji zanistê hatîye durxistin û mesafe xistine navbera wê û nirxên ku we bi xwe afirandîye. Ev ji têra pergala serwer a mêr nekirîye, bi hîle û kenetîyan dîroka ku eyîdî jinê nû, înkarkirîye û îddîakirîye ku hertişt bi mêr hatîye destpêkirin. Mîtolojîya Yewnanê wê rastîyê pir vekirî nîşenî me dide. Xweda Zeus ji bı aqilê xwedawenda aqil (metîs) bi dest bixe, pê re dizewice, paşê jî metîs dikuje. Ji malzaroka wê cenîna wê derdixe û dixe mêjîyê xwe. Bi bî mînakê jî em dibînin ku mêr ji bo ku nirxên eyîde jinê desteser bike. Çiqas rêbazên nebaş hebin bi (…) û hêza berxwedana jinê jî destên wê sitandîye, giyan û ramana wê dil girtîye.

Zanistîya ku; ji bı lêgerîna azadîya mirovahîyê û xwe parastinê de rîya yekem e, bi hezar hîle û lîstikên ji jinê hatîye veqetandin. Dîsa di mîtolojîya Adem û Hawa yê de piştî ku Hawa fêkîya qedexe ya zanistîyê dixwe, sucdar û guhankar tê îlankirin. Ji ber ku hêza watedayîn û zanistê, di mirov de qabîlîyeta tahlîlkirinê derxistîye, ev jî hêza lêgerîna heqîqetê, hêza berxwedanê bi xwe re anîye. Di vir de pir vekirî tê dîtin ku ev qad ji bo jinê bi tundî hatîye qedexekirin. Bi vî rengî zîhnîyeta mêtîngerîyê pêk hatîye û ji bo ku vî ya bîpêşbixin sazîyên ku pêdivîya wê zîhniyetê pê heyê hatîye sozkirin. Bi vî şêweyî Zîggurat hatine çêkirin, ku ev Zîggurat di heman demê de tê wateya prototîpa dewletê. Di Zîgguratan de rahîp di qata herî jor, pîşekar di qata navîn, jin û karker jî di qata herî jêr de dimînin. Bi vî rengî di civakê de çînên yekem çêdibin. Rahîp di navbera xwedê û (…) de têkilîyê pêktînîn, pîşker jî çîna navîn, jin û karker tebeqaya herî jêr yanî koletîyê temsîl dikin.

Çepana ku mirovahî di zîhnîyet de dijî çavkanîya xwe ji wê demê digre. Veqetandina ebje û subje yekem car di vê demê de derketîye. Rahîp û pîşker wek subje dihat dîtin, jin û karker jî wek obje dihat dîtin. Di vê demê de ji ber ku obje bêgiyan dihat dîtin, her cûre serwerî li ser obje bi bandor bû û subje li gorî daxwaza xwe objeyan beralîdikir. Bi vî rengî pergala koletîyê dixwest xwe bi şêweyek vekirî rewa bike. Piştî ku dewlet hat sozkirin, yekem car tundî bi pîlan û (…) xwe sozdike, arteşa yekem jî alîyê sargon-ê Akad-ê tê sozkirin. Bi vî şêweyî bi tundî gel tên qetilkirin, wan dil digrin û wan dikin kole. Dîsa di dîroka mirovahîyê de qatlîamên maddî û manevî di vê demê de pêktên. Birdozîya tundî re bi tenê di nava artêşê de xwe sozkirîyê, ev tundî bûye perçeyek jiyanê û hertiştî xwe li ser vê ferasetê avakirîye. Ji qanûnan bigrin heta têkilîyên navbera mirovan her tişt li ser vê esasê pêk hatîye. Tundî di jiyana civakê de wek tarzek bingehîn hatîye pêjirandin û di çareserîya pirgirêkek herî biçûk de jî rêbaza tundî hatiye esas girtin. Her ku di nava malbatê de koletî pêşket, jin bu obje û ev objetîya jinê civak jî bênirx kirîye. Lewra rêbazên ku li hember jinê hatine bikaranîn di heman demê de bûye sedema ji holê rakirina nirxên ehlaqî yên ku civak xwe lê sipartîye. Her tişt ji bo ku hîn zêdetir îktîdarê û karê pêkbîne hatîye çêkirin. Denklemek bi vî rengî hatîye avakirin; jina bêhişmendî= jina cahîl= nifşek cahîl= ev jî artêşek ku di xismeta îktîdar û koletîyê de bi xwe re anîye. Di civakê de heger jin ji hişmendî eu sîyasetê durbe, dê bi tu awayî dijberîyek wê ya ramanî, ruhî û fîzîkî pêk ne ye. Bi vî awayî pirekbûyîna civakê pêk hatîye. Jin çawa di malde îteatî mêr dike, bi heman rengî civak jî îteate îktîdar û kesen xwedîsermaye re dike. Yanî şikandina vîna jinê bi jinê re re sînore, ev rêbaz bi gelemperî li ser hemû civakê tê sepandin. Îktidar li civakê fêrz dike ku en dê bi be obje, an jî dê bibe subje. Bi vî rengî mêrên lavaz dike obje, civak an jî netewa xurt dike subje. Di heman demê de Rojhilat dikin obje, (…) dikin subje, mirov dike subje, xweza dike obje.

Yanî paradîgmaya zayendetî ew rolên civakî yên danîyê ber jîn û mêr di heman demê de raman û têkilîyên mirov li gor vê zîhnîyetê bi şêwe dike. Di encama vê zîhnîyeta îktîdarê de çada tecawûzê bi pêşket. Di cihê ku mirov bêkewe merhelan objeyê de êdî desteserkirina wêlî, kolekirina û tecawûz kirina wî lê jî mûbah tê dîtin. Tecawûza ku tê gotin ne bi tenê tecawûza fîzîkîye. Madem ku em tecawûzê wek êrîşa li ser vîna mirovahîyê hildigirin dest wê çaxe ev tê wê wateyê; Ewil vîna gel hatîye pêkûtîkirin, ew hatîye mêtîngehkirin û bûye yek destî bi vî rengî jin jî bûye milkê kesan û ji hemû mafên xwe mahrûm maye. Ev jî tê wateya tecawûzê. Rêbazên tundîyên ku li hember jinê pêktên, li hember civakê jî tên bikaranîn. Gelê ku ji alîyê dewletê vê hatîye mêtîngerkirin di heman demê de desteser kirina çand û nirxên dîrokî yên civakê jî tê wateya tecawûzê. Dîyardeka tecawûzê ji ber ku li ser kesayetê hilweşînek pir kur diafirîne, yeka lê ku maruzî tecawûzê dibe êdî ew bê parastin dimîne û ji ber her cûre êrîşan de jî ew yekalê situxware. Rewşa ku îro li jinê tê fêrzkirin jî di vê astê de ye. Ji bo ku situxwarîya jinê garantî bikin, hemû şonê jinê ji alîyê mêr vê tê tecawûz kirinê. Bi vî rengî jin ketîye pozîsyona heyînek bê giyan. Êdî jin hatîye astek wisa ku nikare wê qefaltîyê û rêna de refleksek wê jî. Bi vê yeke jî qayîl nabe, heta dawîyê ji bo ku jin li hember xwe û derûdorê xwe bê bawer (…) di nava hewldana de ye.
Bi yên ku li me li jor gotîbû re girêdayî di vê hemdema Modernîteya Kapîtalîzmê de ji hemû hemdeman zêdetir koletî kurtir bûye. Yanî em ji bê hemdemê ne dikarin bêjin ku ew di dîroka mirovahîyê de koletîya herî kur dide jîyîn. Lewra di dîrokê mirovahîyê de yekem care ku hilweşandinek kur di ehlaqê de tê jiyîn û mirov ewqas ji cewhera xwe dur ketîye. Her tiştên ku eyîdî jinê ye bi şêweyek erjeng wek meta tê sitandin û firotin. Piştê vê merheleyê êdî jiyan li hember jinê wek îşkenceyê hatîye bikaranîn Fîzîk û mêbûna jinê wek metayek ku civakê bixin dafikê nêçirbikin bikartînîn. Her parçeyek bedena jinê ji bı tahrîk kirina asoya mirovan tê bikaranîn û bi vî rengî anîne pozîsyonek wisa ku civakê felç dike. Civakek ku ajoyê we hatibe siqalandin, di warê zayendîyê de ew hatîye dafikê û ew civak hilweşandinek ehlaqî û valahîyek manevî dijî. Di dîrokê de em dikarin bêjin ku yekem care mirovahî ewqas bi tecawûza ramanî hiyanî û fîzîkî dijîn. Di roja me de eq xwekuştin û qetilkirinê jinan wê rastîye datîne holê. Hemû sazîyên pergala kapîtalîst ji bo ku jinê bihêre rista aşê dilîze.
Em ji malbatê bigrin heta sazîyên dewletê muameleyek sucdar li jinê dikin û ew hertim tê cezakirin. Çawa ku li der ve mêr bûye sîya dewletê, di malêde jî jin bûye sîya mêr. Bi vî rengî li pêşîya jinê du rê dimîne. An de koletîyê qebûl dike, teslîmî mêr bibe, an jî dê bi îşkenceya psîkolojîk re rû bî rû bimîne. Ji darizandina dewletê heta sazîyên wê yên ewlekarî, ji bo ku zîhnîyeta serwer a mêr û zayendîperetîyê biparêzê hemû rîyên li ber jinê girtîye. Dİ encama wan nêzîkatîyên ku pêktên de jin her ku diçe ji heqîqeta civakê û ji ehlaqê azadîyê tê veqetandin û ji têkilîyên jiyanê dur dikeve. Koletî nûfûsî hemû qadên jiyanê dike. Ev zîhnîyeta koletîyê bi her awayî sîtavî dengê jinê, hişmendîya jinê bêdana jinê, tevger, fikir û mîmîkên jînê dike. Bi vî rengî li gorî xwesteka mêr û li gor rista ku civakê ji jinê re guncav dîtîye jinek wisa tê afirandin. Di heman demê de ev tîpa jina ku hatîye afirandin re çapemenî jî propagandeyek pir xurt dike. Çiqasî jin xwe bifroşe û xwe bazar bike ewqas ew ji bo herkesî/ê dibe mînak. (dikare bibe serokwezîr, jina karker, hûnermend hwd.). îro li Tirkîyê yê gelek hûnermend, manken, sîpîker wê mînakê temsîl dikin. Yanî wek jinek ku birdozîya zayendperestî ya dewletê pêktîne û jina ku mêr wê tercîh dike ye. Netew dewlet jinê ji bo sermaye yê wek meta û maddeya xam dinirxîne û wek amûrek ku civakê mêtînger bike bikartîne.

Jin hem ji bo pêdivîyên kapîtalîzmê yên heza karê erzan peyde bike zarokan çêdike, karkera digihîne, hem jî ji bo şerê li hember jinê û gelan pêdivîyên leşker û polîsan pêktîne. Bi vî rengî mekanîzmayên xwe parastina jinê hemû ji destên wê tê derxistin. Jinên kû îteatî vê pergalê nekin ji rojanê bi fîzîkî, giyanî, hestîyar û ramanî bi operasyonên ku mêr û dewlet pêktînîn re rû bî rû dimîne. Jina ku di mal de milkê mêrê û kolê wî yê maruzî her cûre hakaretê û tecawûzê tê û bi îşkenceyek pir dijwar re djî. Di heman demê de di rewşa amûra têrkirina ajoyên mêr û îktîdara wî de ye çi bi mola taybet, çi bı mala gelemperî be jin di têkilîyên giştî de di ware zayendî de hîn zêde tê îstîsmarkirin. Bi vî rengî em karin jinê wek karkerek ku bêberdel dixebite bi nav bikin. Heta dawîyê dikare ji bo her tiştî wek metayek erzan were nirxandin. Bi vê rîyê em dikarin bêjin ku netew dewlet bi reya birdozîya (…) zayendê jinê bêçare dike.
Qada sîyasî jî ji alîyê zîhnîyeta zayendê ve hatîye dagirkirin. Pergala serwer a mêr rista ku ji jinê re fesilandîye, an dê heta dawî wê bavêjin dervayî vê qadê. Tevir sepondina (…) rê û rêbazên bi tundî jî jin û civak mahkumî pergalek bêdad û bê wekhevî kirîye. Ehlaq jî ji alîyê pergala bavkanî bi şêweyek li ber çavan hatîye rûxandin û ji cewherê xwe hatîye valakirin. Dewletê bi rîya hiqûqê û darizandinê mafên jinê ji destên wê sitandîye û teslîmî mêr kirîye. Perggala serwer bi rîya zagonan dixwaze îktîdara xwe ya ku li ser jinê pêktînê roj bi rojreva bike. Armanca îktîdarê ya bingehîn ew e ku; ji xwe re xizmetkar peyde bike ye. Ji ber wê yekê jî zagon û qanûnên ku bi (…) jî ji bo xizmeta mêr û dewletê ye. Herî dawî qanûna kûrtayê ya ku AKP dixwest bike zagon. Ji bo vê mînakeke. Qanûnên ku dewlet û pergala serwer a mêr derdixin, ji bo koletîya li hember jinê hîn bêtir kur bike ye, û ev yek ji alîyê mêr ve birengekî pir xirab tê şixulandin. Ji ber vê yekê hêvîya ku dê dewlet ji bo jinê qanûnek bidad derxin e bi serê xwe gaflete. Polîtîkayên tecawûzkirinê yên ku li hember jinê pêk tên û şîddeta ku li hember jinê tê sepandin û qirqirinên ku (…) tên kirin bingeha xwe ji zîhnîyeta dewlet û îktîdarê digre. Ji holê rakirina van zagonan tê wateya ji holê rakirina dewlet û îktîdarê ev tişt tu car ne gengaz e.
Ji alîyê modernîteya kapîtalîst ve mekanîzmayek din jî ya ku êrîşî jinê dike pergala Medayê ye. Di pergala serwer a mêr de rista Medya ye di hişmendî û zîhnîyeta mirovahîyê de rûxandinek dîrokî diafirîne. Bi vî rengî mirovên ku mêjî û zihnîyeta wê li felç bûye dibîn bombebaranan pisî (…) û giyanî de dimîne ji heqîqetê dûrdikevin. Tê dîtin ku Medya rista ku modernîtaya kapîtalîst jê re fesilandîyê bi şêweyek herî baş tîne cih. Tiştê ku pergal bi rîya dewletan û artêşan nikare pêkbîne bi rîya medya yê pêktîne. Medya nirxên Modernîtaya Demokratîk bi rîya netew perestî, zanistperestî, zayendîperestî û olperestî civakê perçe perçe dike, bi tunekirine û qirkirinê re rû bi rû dihêle. Bi vî rengî zekaya hest û analîtîk ya civakê felç dike, civakê wedigerîne civaka ajayî. Bi vî rengî ev zîhnîyet ji ber ku civakê pûçdike wê amadeyî mêtîngerîyê ji dike. Bi vî rengî hêza berxwedana û têkoşîna civakê ji holê radike, civakek fêrazî diafirîne. Ev rewş wek boyutek qirkirinê tê sepandin. Medya bi şêweyek pir xirab li hember jinê tê bikaranîn. Heta dawîye pîvanên azadîya fêrazî tên pêkanîn. Bi vê rîyê Medya di wateya fîzîkî, çadî û fikrî de jinê li gor xwesteka mêr diafirîne. Bi vî rengî jî sermayedar jinê wek amûra berjewendîyên xwe û wek amûra reklamê bikartîne.

Di gel wan rastîyên ku me li jor anîn ziman jin di dîrokê de û di roja me de li hember êrîşan ji bı ku hêza xwe ya cewherî biparêzê hewlda ye. Pergala dewletê û modernîteya kapîtalîst di gel hemû hewldanên xwe lêgerîne azadî ya jine ji holê ranekirîye. Û wê teslîm negirtîye. Jinê çanda berxwedana xwe di herdenê de jîyaye. Di dîrokê de bi mîlyonan jin di bin navê efsûnkarîyê de, cadûtîyê de an jî şeytanîyê de hatîye şewitandin, ev jî rastîya ku me bilevkirîye bi vekirî datîne holê. Ev jinên qehreman ên di xeta çanda xwedawend (…) (…) înanna, zennubya, Aysa meryem û kîbelê de hatin şewitandin û ew qehremanên wek Roza, zîlan, Leyla Qasim û Sakînce Cansiz bi biryarî daxwaza xwe ya jiyanek azad dannîne holê.  Eger ku em îro qala têkoşîna jinên, berxwedana wan, rûmeta wan û azadîya wan dikin helbet ev çavkanîya xwe ji mîrateya jinên berxwedêr ên qehreman digre.

Dîsa di roja me ya îro de bertek û hêrsên ku bimîlyonan jin li hember şîddetê, koletîyê, bêdadîyê, bêwekhevîyê û qirkirinên rojane didin nîşandan, tê wê wateyê ku ew (…) tevlî pergalê bibe. Gîyana azad, feraseta bidad û bi wekhevî ya jinê wek berê di roja me ya îro de jî li hember çerxa modernîteya kapîtalîst a ku mirovahîye dihêrîne, xwe wek alternatîfekê avakirîye. A rastî cewhera jinê ji îktîdarê û dewletê dur e. Jin di despêkê heta roja me di her demê de xwe wek antî-tez bi alternatîf hîskirîye û ji bo avakirina modernîteya demokratîk wek hêzek bingeha vî amadekirîye. Ku îro pergala berî her qismê êrîşî jinê dike û dibêje li jinê bidin ev yek çavkanîya xwe ji vê rastîyê digre. Li ser van esasan; ji bo hemû qirqirinên ku jin û civak pê re rû bi rû dimîne divê berxwedanek pêk bê. Ji bo vê jî bi zîhnîyeta jinê ve girêdayî divê ku aqil û zîhnîyetek civakî avabibe ku ev yek pir pêwîst e û mijarek şert e. Li hember pergala bavkanî ya ku xwedîye zîhnîyetek wahşî ye, berî her tiştî divê parastina cewherî ya jinê pêkbe. Ji bo vê jî pêdivî bi pêkanîna hişmendîyê û sazîyan heye. Madem ku jin di bin diya dewleta mêtînger de bi muameleyek (…) rê rû bi rû dimîne we çaxê felsefeya parastinê cewherî li hemû (…) civakê divê pêk bê û hemû lêgerîn divê ji bêlawazkirina ji hole rakirina sazîyên dewletê pêktên. Mîrateya civaka neolîtîkê ya ku li ser nirxên ehlaqê û azaîyê sozbûye, ji bo devpêkek nû de bibe hêzek manevî. Ji bo îroyî mîrateya nirxên civakê yên neolîtîkê li gorî cewhera wê ku were aktûelkirin dêjî bo parastina cewherî bibe pêrspektîdek bi hêz. Mekanîzmayên parastina cewherî yên ji bo jinê di heman demê de tê wateya pêdivîya pêkanîna pêrspektîf û merca jiyana azad. Dê jin di sozkirina parastina cewherî û çalakîya wê de hebûna xwe biparêzê û dê bi be xwedîyê derfetên pêşxistinê.

Bi qasî parastina a hebûna xwe de bi be xwedîye parastina vîn û felsefeya jiyana xwe jî. Bi vî rengî parastina cewherî; damandina hebûna xwe ya azad û parastina hişmendîya xwe ye. Helbet bi qasî hişmendî, gîhiştina hêza rêxistinê û çalakîyê jî girîng e. Di vê mijarê de tevgera jina Kurd mînakek pêwîst e.

Jin Kurd her çiqas maruzî êrîşên polîtîkayên înkara û tûnekirina pergala mêtîngerî û zayendîperestî ya li ser Kurdistanê bûbe ji tu carî teslîmî wan hêza nebûye û hêvîyê xwe ya azadîyê wendakirîye. Jina Kurd tu carî koletî qebûl nekirîye û di her fersendî de bertekên xwe anîye ziman. Ji ber vê yekê jî bi pêşketina têkoşîa azadîya Kurdistanê re tevlî bûna jina Kurd pir bihêz û somdar bûye. Em dikarin bêjin ku bi vê hişmendîya jinê gihîştîye asta bilind. Bi pêkanînên hêzên parastina jînê yên di salên go li de, di gelê Kurd de rîya zîhnîyetek ronesansî û şoreşa civakî vekirîye. Bi vî rengî jinên Kurdistanê dîsa parastina xwe ya cewherî bi destxistiye û li cihê ku xwe têkçûbû ji nû ve xwe afirandîye. Ji bo pêşxistina parastina cewherî bi ferasetek û felsefeyek hewcêdarî li hember civaka zayendî têkoşînek pir tuj hatîye dayîn, berxwedanek pir mezin pêkhatîye. Xwe bi van re sînorkirîye, liser navê hemû jinan şerê parastina cewherî bi pêşxistîye. Li hember konsepta êrîşkar, tûnekar û katlîamkat a ku li çar alîyê dinya yê li hember jinê pêktê, bi berxwedanek mezin têkoşînekê bi pêşdixe.
Ji ber ku zîhnîyeta bavkanî vîna azadîya û hebûna jinê înkar dike, di heman demê de parastina cewherî, pirsgirekek cewherîyê jî ji ber vê ji berî her tiştî pêdivîya pêşketina hişmendî û sekna xweparastinê heye. Jina Kurd bi birdozî, felsefî û sîyasî pêşengtîya modernîteya Demokratîk a ku pişta xwe daye nirxên civaka xwezayî re dike. Tecrûbeyên jina Kurd bi me nîşandide ku pêşxistina hişmendîya parastina cewherî û arteşa jinê ne bi tenê derîyên jiyanek nû ve dike, di heman demê de bawerîyek di jinê de diafirine û bi saya vê bawerîyê jin di her qadê jiyanê de hêza xwe parastinê derxistîye holê.

Hêza ramanî pêşxistina sekna polîtîk û rêxistinên xwe yên resen, ji bo jinê hêza çalekîyek pir bi reng derxistîye, ev jî wê ji ew rihên pasîf û kok ya ku pergala serwer jê dixwaze jî dur dixîne. Ev pêşketin di heman demê de di ew zîhnîyeta zayendîperet û jinê bîçûk dibîne, hewaretê oê dike de guhertinên mezin derdixîne. Qahrementîya jina Kurd civakê de rê li ber guhertinên di wasfê ronesansê de ve dike û guhertînên di ew çanda ku jinê derpeçkirîye de çê dike. Eger îro jina Kurd di asta netewî de rista (…) sazîyên sîyasî, çandî û civakî dilîze ew yek çavkanîya xwe ji qehremantîyên jinên Kurd distîne. Di qada leşkerî de cihgirtina jina Kurd mudexaleya ew qada ku mêr xwe li wir soz dike û jinê yê durdixe ye. Berê ew tiştên ku eyîde jinê bû wek mûlkê mêr dihat nîrxandin û ji alîyê mêr ve dihat parastin. Dema jin xwe li hember hemû êrîşan diparêze di heman demê de xwe ji wasayeta mêr jî xelas dike. Di heman demê de ev rewi di feraseta mêr de ya ku wek çeka namûsê li hember jînê pêk (…) de guhertinan daye çêkirin. Di encama artêşbûna jine rê bi tenê li hember êrîşên ku hebûna wê tunedike ye, di heman demê de ji holê rakirina zîhnîyet û felsefeya ku pergala bavkanî xwe li ser sozdike û ji holê rakirina nêzîkatîyên mêtînger û milkî jî bi xwe re tîne: Di vê wateyê de parastina cewherî; çi qasî parastina rewa ya fîzîkê be, di warê birdozî, sîyasî û zîhnîyet de bi çekbûn û xwe gîhandina hêza çalekdar e.

Di wê dema ku pergala serwer a mêr dixwaze xwe di warê birdozî, leşkerî û sîyasîde xurt bike, qûmên ku li hember xwe wek xeterê dibîne di bin navê terorê dixwaze bi perçîqinê û tûne bike. Bi vî rengî lê ferzkirina sitûxwarkirinê û koletîye di serî de li jinê û qûmen ku jê re alternatîf dike. Modernîteya kapîtalîst a ku bi zîhnîyeta bavkanî sazbûye ku Emerîka pêşengitîya wê dike û hêzen herêmêyên ku wê temsîl dikin tişta ku dixwazin pêkbînin dişîbe niqaşa navbera xezalê û şêr. Her roj şêr êrîşî xezala dike, wan perçe perçe dike û dixwe. Rojekê ajalên xwezaye hemû tên gel hev û li ser bêçekdarîyê civînekê li dardixin.

Şêr îddîa dike ku her du qilaçên xezalê pir bi xeterenê nû xetereyek mezin çêdike lewra divê ev qilaç ji holê rabin. Helbet xezal wê fikrê red dike û dibêje qilaçên xwe, xwe li hember ajalên doşt xwerî diparêzim. Ev qilaç ji bo tu kesî ne xetereye, tenê ji bo xwe parastinê bikartînim, esîl divê diranê şêr werin kişandin ji ber ku diranên şêr ji bo jiyana wan xetereye, şêr bi van dirana êrîş dike jiyana wan tehdît dike, lê belê qilaçên wê ji bo jiyana şêr netehlîkeye. Ev mînak bi rastî jî ji bo lîstokên mêr ên qirej ku li hember jinê dimeşîne mînakeke. Mêr jî li hember jinê bi polîtîkayên qirêj êrîşî jinê dike, bi şîddet vîna wê dişikîne, derfetên wê yên ku xwe diparêze jî desteser dike. Bi vê ve dirêdayî ji jinê re dibêje; xweşik e, hestîyanî ye aşîtî xwaz e. Hesta jina ku hinekî wêrek, biaqil û xwe dikare îfade bike an tê teşîrkirin, an jî wê dişîbînin mêr. Bi vî rengî jin di civaka zayendîperest de bi lawaz bûnê, îtaatkerbûnê û bi peltebûnê ne dikin yek. Ev jî nêbazek civaka zayendîpeerst a ku xwe bi karebûnê li ser ava dike, ji bo ku her dem ji di bin serwer a mêr de be ye bi awayî eger parastina cewherî ji bo jinê hinceta hebûne ye, wê çaxê tev lêgerînên û armancên jinê yên easa divê li ser mekanîzmayên xwe parastinê pêkbên. Madem ku jin li hember, pergala serwer a mêr a mêtînget xwedîyê zimanek ku neaxive, mêjîyek ku bûye çal, dilekî ku hatîye mêtîngerkirin û destek ku nikane li hember wî têbikaşe ye, wê çaxê divê jin di her warî dexwe bi armaûr bike û têkoşîna azadîyê bi pêşbixe jin encax bi vî rengî bi nêzîkbûnek zanê, bi wate û bigîhîne ku pergala xwe ye demokratîk ava bike dê çanda tecawûzê ji holê rake. Ji bo ku jin bibe hêzek civakî, aborî, siyasî, çandî û ekolojîk divê ku di derheqê xwe de bibe xwedî gotin vîna xwe xurt bike, xwe biparêze û ji hemû pirsgirêkên civakê ne bib^hêzek çaresrîyê. Ev rewş di heman demê de pêşketina pêdibiya parastina cewherî radixe ber çavan. Di xeta parastina cewherî de; li derveyî feresata dewlet û îktîdarê de pêdiviya ferasetek nû ku perspektîfek çalekîyên xurt bi xwe re bîne heye.

Her çalakîyên û aktîvîteyên ku pişta xwe didin wan esasa dê di xizmeta civaka ehlaqî û polîtîk de bin. Bi vî rengî jin de li gorî awayê çalekîya xwe, jinek çewa, feresate ehlaqek çawa û civakek û dinyayek çawa dixwaze? Dê ji wan pirsan re bersivên xurt bibîne. Li ser wê bingehê ku jin bigiêye fikrek, bîryarek û çalakîyek hevper dê tû pirsgirêk tûne bin ku ji wan re çareserîyê nebîne.

Di vê hemdema ku êm tê da dijîn de, ewqas nîqaşên li ser demokrasîya civakê û azadîyê tên meşandin de divê tu hêz û îktîdar ji jinê teslîmîyetê û kurbanek ku tu refleksek wê tuneye hêvî neke. Wek her hebûnên ku di xwezayê de dijîn jin jî xwedîyê mafê xwe parastînê ye. Li gorî qanûnên xwezaye tu nebat an jî ajal bê pergala parastina cewherî nîne. Dîsa di heman demê de di xwezayê de tu hebûn, li hember hebûn^n din ne xwedîyê pergala parastinê ne. Her hebûn li hember hemû xetereyên, jixwe parastinê û ji (…) heyîna xwe berpirsyare. Her qul, her baz, her mexluq bi xwe xwe diparêze. Wê çaxê ji hêla mêr vê parastina jinê derveyî qanûnên xwezayê ye. Avakirina feraseta îktîdar, şîddet û mêtîngerîyê jî li ser we tê avakirina. Jinek ku xwe di werê ramanî, çandî, aborî biçekbûnê diparêze tu mêr û tu pergal nikare li hember mêtîngerîye bi pêşbixe. Ji bo ku nirxên jiyan a azad bi pêşbikev, civaka zayendîperest biguhere û azad bibe û (…) civakî pêşbikeve, ji bo civak û jinê stratejîya parastina a cewherî pir girîng e. Ku em bi rêgaza, jina azad û xurt, civaka azad û xurt e bi kevin rê dê em ê bi jina zana, azad û bi rêxistinî, civakek nû avabikin. Jina ku zanebûye, xwe rêxistinkirîye û hêza xwe ya çalekîyê bi dest xistîye dê ji bı heqîqeta azadîyê û heqîqeta jiyana hevpar re bibe pêna gose.

 

Werger: Hacîre Tanirgan 

 

 

Bunları da beğenebilirsin

Yoruma kapalı.