Düşünce ve Kuram Dergisi

YEKÎTÎYA NETEWEYÎ

Musa ŞANAK

-Xeyala ku dema wê hatî-


‘Ger dê hebûya me îtîfaqek
Vêk ra bikira me înqiyadek’
 (Ehmedê XANÎ)

 

 

‘Li min lo lo… L imin lo lo… (…)
Ax birano eva sere çendik û çend salan e Kurdîstana rengîn di xûna şeran û egîdan da dimilmile… De hirb û partîyên Kurdan bêtifaqî bes e, hûn ê bidin bo Xatirê jarî û belengazîya jin û zar û pîr û Zalan, werin hûn ê bibin yek dev û yez dest û yek dil û mil…’ (Perwîz Cihanî, Alole, R.42).
Avakirina yekîtîya neteweyî yek ji wan xeyalên sereke ya gelê Kurd e. Kurd bi sedan sal in ku vê yekê xeyal dikin.
Yekîtîya neteweyî bi sedan sal berê ve bûye mijara helbestên Ehmedê Xanî: bûye mijara gelej helbest, kilam û çîrokan; ji alîye dengbêj, hozan û nivîskaran ve hatiye vegotin. Gotinên Birêz CÎHANÎ yên li jorê jî yek ji wan mînakan e.
Yekîtîya neteweyî xwezî, hosî û wesîyata hemû şehîdên Kurdîstanê ye. Şoreşger û welatparêzên Kurd di nefesa xweya dawîn da avakirina yekîtîya neteweyî bi xwîna xwe anîne rojevê. Gelek Şehîdên nemir bi hesreta vê xeyalê sere xwe danîne ser axa sar; gelekan ji wan jî di kêlîya dawîn da bi xwîna xwe nivisîne û gotine:
-Ax yekîtî!
Ev axîn îrı ji her wextê zêdetir tê bihîstin: Dengvedena wê ya din ava gel da her ku diçe xurttir dibe.
Avakirina yekîtîyê wekî hewildan û lêgerînekê bi parçebûna civakî ya gele Kurd ra dest pê kirîye û gihîştîye îro. Yekîtîyên eşîr û qebîleyan, lêgerînên lihevkirina qewmî û neteweyî tên ku di domahîya dîrokê da derketine holê mînakên vê yekê ne. Di dema Merwanî û Eyûbîyan da ev lêgerîn heta derekê bi ser ketine. Lê ti carê yekîtîyexa tam û têkûz nehatîye avakirin.

 

Ku mijar yekîtî be…

Ku mijar yekîtîya neteweyî be yekcar bi dehan pirs pev ra tên bîra mirov. Wekî mînak;

Gelo ev xeyala mezin çima pêk nehatîye? Di bingeha vê da çi heye? Têkîlîya astengên heyî bi dîroka perçebûna civakî ra heye yan na? Perçebûna civakî cengê dest pê kirîye û bi demê ra çawa kûr bûye? Encamên çawa derxistine holê? Di navbera pirzaravabûn, pirolî û mezhebîbûn û perçebûna civakî da têkilîyeka çawa heye? Perçebûnê bandoreka çawa li hişmendî, kesayet û rihîyeta civakî kirîye? Gelo mirov dikare pirrengînîya heyî rasterast wekî yek ji wan encamên peerçebûnê pênase bike? Ger em perçebûna hişmendî, kesayet û derûnîyê ya civakî wekî astenga sereke ya li pêşîya avakirina yekîtîyê pênase bikin, dê şaş be? Ji bo ji navê rakirina astengan heta niha çi hatîye kirinû divê ji niha û pê da çi were kirin? Ji bo bipêşkistina aqilekî stratejik ê neteweyî hewcetî bi çi heye? (…)
Mixabin pira pir in û bersivandina hinan ji wan jî ewqas ne hêsan e.

Lewra dîrokaa perçebûna civakî ya gele Kurd pir kûr e. Civaka Kurdan civakeka birîndar e. Him jî bi hezaran sal e birîndar e. Ev birînên wê di domahîya dîrokê da tim ji alîye hêzên dagirker û mêtînger ve hatine xurandin û xûrtkirin. Civaka Kurdan mîna civakên din tene ji çend çîn û tebeqetan pêk nayê. Helbet ku hemû civak kêm zêde dişîbin hev ji hin alîyan ve. Lê di heman demê da her civak xwedîyê hin taybetî, hin reng û dengên xweser e jî. 3u ew vê xweserbûnê ji dîroka xwe werdigrin.


Perçebûna civakî û encamên wê…
Bi avabûna civaka çînî, bajarî û dewletdae ra perçebûna civakî jî dest pê kirîye. Pergala koletîyê li ser hatin perçekirina civaka komünal û demokratik hatîye avakirin. Birêz OCALAN vê yekê wekî destpêka pirsgirêka civakî pênase dike: Berxwedanên eşîr û qebîleyan ên kul i dijî vê pergalê hatine lidarxistin jî wekî xeta azadîyê ya etnik pênase dike.
Parçebûna civakî ya gelê Kurd jî bi têkçûna Medan ra dest pê dike. Wekî tê zanîn eşîr û qebîleyên ku di bin banê konfederasyonekê da kom dibin di domahîya çend sedsalan da nasnameyaka gelêrî ava dikin. Di vê wateyê da Konfederasyona Medan qonaxa gelbûnê ya Kurdan e. Fars di sala 550’yî ya B.2. da Medan ji desthitadarîyê dadixin û dikevin şûna wan. Di vê bûyerê da beşekî Medan li cem Farsan cih digre û hevkarîya wan dike; beia din jî li dijî vê derdikeve û her ku diçe ji navenda desthilatdarîyê bi dûr dikeve.
Ev perçebûna civakî û ji hev bidûrketina perçeyan di serdemên axamenî, partî, makedonî, romayî, sasanî, emewrî, abasî, selçûkî, safewîyî û osmanîyan da jî didome. Her ku diçe xûrtir û girantir dibe; ji perçeyan perçe diqetin û neqebên di navbera perçeyan da werdigerin dulêrê. Ev yek jî di sêrî da hişmendî û derûnî; dandorê li bîr û bawerî, li çand, ziman û jîyana civakî dike. Û di her warî da rê li ber perçebûnên nû vedike. Ji (…) heyî diyalekt û zarava, ji wan jî devok û zaravayên nû derdikevin holê. Ji ol û bawerîyên kevnar ol, mezheb û terîqetên nû, Ji hişmendîya civakî ya berê jei şêwe û dîyalîktên ramînê yên nû avzê dibin.
Her perçeyê civakê, her Çîn û tebeqe bi hesta xwe parastinê rêyekê hildibijêre. Yên serdest bi piranî xwe nêzî desthilatdarîya dagirker û mêtînger dikin û vê wekî xetekê bi pêş dixin. Yên bindest jî wekî parastineka rewa ji navendê bi dûr dikevin; hin hewldan û lêgerîna bi pêş dixin; her yek ji wan ferq û sînoran dixe navbera xwe û yên din, reng û nasnameyeka nû ya xweser ava dike. Ji bo dîyarkirina ast û bereka vê guherînê jî li gorî xwe hişmendî û bîr û bawerîyekê diafirîne.
Perçebûna civakî bi awayê herî balkêş xwe di perçebûna zimên da dide der. Jixwe wekî tê zanîn ziman ji bi hişmendî, çand, bî û bawerî û bi jîyanê ve, ango bi her tiştê civakê û nasnameya wê ve têkîldar e. Perçebûna di zimên da mirov nikare ji perçebûnên di warên di da pêk hatî qut bike û wisa binirxîne. Perçebûnên di herwarî da pêkhatî jî giş xwe di zimên da didin der.

Dema mirov li wê tabloya diyalekt û zaravayên Kurdî ya ku di Rêzimana Kurmancî ya Sami Tan da hatîye weşandin (S.19) dinêre, têkilîya di navbera perçebûna zimên û perçebûna civakî da hema ferq dike: Hema hema 300 sal piştî perçebûna civakî di derdora sala 250’y’i (B.Z) ji Kurdîya dêrîn dîyalektên Pehlewanî û Kurmancî derketine. Di salên 800’i da Pehlewanî jî perçe bûye û jê Kirmanckî û goranî derketine. Hîn lêkolîner zaravaya lorî jî li wan her duyan zêde dikin. Di salên 1000’î da Kurmancî perçe bûye û jê Kurmancîya jorîn (Bakûr) û Kurmancîya jêrîn (Soranî) jê derketine. Di salên 1500’î da jî îcar goranî perçe bûye û jê hewremanî û lekî derketine.

Ev yek bi me dide nişandan ku di navbera perçebûna zimên û perçebûna civakê da têkilîyeka rasterast heye. Wisa tê femkirin ku beşa civaka Medî ya ku li cem Farîsan cîh girtîye zimanê xwe yê dêrîn bi paranî parastîye. Lê ji ber ku beşa din her ku çûye jê bi dûr ketîye û ferqa di navbera wan da kûr bûye Kurdîya dêrîn a ku bi demê ra hinekî guherî wekî dîyalekta Pehlewanî hebûna xwe domandîye û Kurmancî ji wekî şaxekî nû jê derbûye. Wekî ku Heredot jî rodigîhîne zimanên Medî û Farsî pir nêzî hev bûne. Bêya ku hewcetîyê bi navbeynkarekî bibînin hevûdu fêm dikirine. Nêzî hev buna pehlewanî û Farisî jî vê yekê piştrast dikin.

Perçeperçebûn…
Perçebûna civakî bi awayekî herî kûr û herî berbiçav di Serdema Îslamî da pêk hatîye. Di vê serdemê da him pehlewanî, him Kurmanncî, him jî goranî perçe bûye. Ji pehlewanî Kirmanckî, goranî û lorî; ji Kurmancî Kurmancîya jorîn û ya jêrîn (Soranî) û ji gocanî jî hewremanî û lekêi welidîne.
Wekî encam ev yek nişana perçeperçebûna civakî ye. Xuya ye ku div ê serdemê da ji perçeyan perçe qetîyane.
Wekî encam perçebûna hişmendîyê div ê serdemê da bîr û bawerîyên nû jî derketine. Di Serdema Îslamî da bîr û bawerîyên Kurdan ên kevnar nehatine erêkirin. Ew wekî nîşaneyên rê derketin û gawirîyê, wekî dijberîya dînê Îslamê hatine pênasekirin. Bi vê nêzîkatîyê her tiştê bi bîr û bawerîyên kevnar ra têkildar e hedef hatine girtin. Dara hişmendî û bîr û bawerîyan a kurdan ji binî ve hatîye birîn û koka wê bi şitlekî Îslamî hatîye lûlkirin. Destûr nehatîye dayîn ku ji xêncî vê lûlê olekî dîn şîn biber ji kokê. Lê piştî salên 900’î û bi taybetî jî piştî salên 1000’î rewş guherîye, ji bo şînbûna ajên nû derfet çêbûne, şert û mercên guncav derketine holê. Di vê atmosfera nû da digel şitla Îslamî sê şaxên nû li ser kokê radibin û heta roja me jî xwe lî ber hemû ba û bageran radigirin. Yek ji wan şaxên ku xwe bi xurtî ragirtine êzîdîtî, yek ji wan yaresanîtî û ya din jî elewîtî ye. Wekî hewldan û lêgerînekê her yek ji wan nîşana ast û bereka xweparastin, xwetedawî û temamkirin û lixwevegerînê ye. Her sê jî li ser bingeha kevnar, lê heta astekê jî di bin bandora Îslamî da şîn bûn. Wekî sentez û reformen olî derketine holê. Bi saya van lêgerînên navborî rengên nû yên xweser û Kurdewar hatine bipêşxistin.

Her parçeyekî civakê bi rêyawan lêgerînan hewl daye ku perçebûnê wergerîne avantajekê, xwe bigihîne nasnameyekê û mîna yekîtîyekê pênase û birêxistin dike. Wekî encam ev bîr û bawerîyên nû jî nîşana perçeperçebûna civakî ne.

Perçebûna Welêt…

Di serdema Safewî û Osmanîyan da ev perçeperçebûn digîhêje asteka din. Wekî tê zanîn bi peymana Qurî Şêrînê (1639) ra Kurdîstan tê parçekirin û di navbera her dy dewletan da tê pervekirin. Ev perçebûn bi peymana Lozanê (1923) ra didome û Kurdîstan dibe çar perçe.
Perçebûn û parvebûna axa welêt jî yek ji encamên perçebûna civakî ya girîng e. Ev di heman demê da nîşana ji hêzê da ketin û qelsîyeka mezin e. Perçeperçebûna avakî wisa kûr bûye ku her perçe bi tena serê xwe nikare cih û warê xwe biparêze, li hemberî êrîşên dagirker û mêtîngeran bêçare dimîne. Li hemberî vê xeteratê re dikarin bi tena serê xwe xwe ragirin, ne jî dikarin bibin yek ê pêşîyê li perçekirin û pervekirina welêt bigirin.
Bi Kurt û Kurmancî piştî ku perçebûna civakî di her warî da kûr dibe û perçeperçebûn pêk tê, ev yek jî rê li ber perçekirin û parvekirina Kurdîstanê û koçberbûnê vedike. Birêz OCALAN di nirxandineka xwe da bale dikşîne ser vê perçeperçebûnê û vê yekê wekî atomîzekirina civakê pênase dike. Û dibêje ku civaka Kurdan heta mûrehkên xwe hatîye perçekirin.

 

Tewra rengîn: Neteweta demokratik.
Çîn û tebeqeyên civakî, devok û zaravayên Kurdî, bîr û bawerîyên cuda taybetîyên xwezayî yên herêmî û hwd. giş perçeyên rastîya civakî û dewlemendîyên mer yên netewayî ne. Heqîqeta neteweyî ji lihevkirin û senteza van hemû rengana pêk tê. Her yek ji wan rengekî xweser û Kurdewar e.

Her yek ji wan him bi tena serê xwe yekîtîyekê (…) dikin him jî perçeyekî girîng ê nasnameya neteweyî ye.
Her yek ji wan wekî encam û nîşaneya perçebûn û birîndarîya me ya civakî ya bi sedan, bi hezaran salan e. Di heman demê da ew nîşana hewldan û lêgerîna xweparastin, xwetedawî û temam kirin û lixwevegerînê ne. Ji ber van alîyên xweyên erenî ew di domanhîya dîrokê da tim rastî êrîş, lîştik û berovajîkirinên hêzên mêtînger hatine. Mêtîngeran destur nedaye ku ev rengên Kurdewar van alîyên xwe yên xwezayî û Kurdewar derxin pêş, wan parve bikin, bidin û bistînin û nêzî hev bikin. Wan tim hewl daye ku van alîyên erênî ji navê rakin, nakokîtan têxin navbera rengên kurdewar. Tim hewl daye ku tovên bêbawerîyê biçînin navbera wan û hêvîyên wan bilkînin. Mixabin wan bi van polîtîka û êrîşan civak jehrî kirine û mebestên xwe heta radeyekê bi ser xistin e.
Jixwe ji ber vê yekê ye ku yekîtîya neteweyî bûye hewcetîyeka bivê neve. Çimkî tekane dermanê vê jehrîkirinê û ji nû ve şînkirin û pêzanîna hevîyên neteweyî di avakirina yekîtîyê ra derbaz dibe. Şert û mercên navneteweyî û herêmî, xetere û derfet û avantajên li pêş têkoşîna azadîyê ê yekê li me ferz dikin. Rastîyên dîrokî û hewcetîyên vê serdemê giş amaje bi sazîbûneka stratejik a neteweyî û standina tedbîreka bi vî rengî dikin.
Belê ‘dem dema azadîyê’ ye. Lê rêya wê jî di bipêşxistina stratejî û polîtîkayeka hevpar û avakirina yekîtîya netewreyî ra derbaz dibe. Lê digel hemû rêxistin û partîyên Kurdan ên li her çar perçeyên welêt, her rengekî kurdewar jî i vê yekîtîyê da cîhê xwe bigire. Ev jî ne bes e. Lewra li Kurdîstanê tene Kurd najîn. Asûrî/sûryanî, ermen, ereb, mihelmî, tirkmen û Hewd. Jî dijin. Ji alîyên ziman û bîr û bawerîyan ve jî ji xêncî rengên kurdewar ên navborî gelek rengên Kurdîstanî hene. Divê ^v rengên Kurdîstanî jî giş din ava vê yekîtîyê da cîhê xwe bigirin. Li derve hiştina her rugekî dê dê bandoreka pir neyînî li zexmî û xweşikîya tevna neteweyî bike û gelek tiştan jjê bibe. Dê gelek tiştan bi civakê bide wendakirin.
Her rengekî kurdewar û Kurdîstanî di domahîya dîrokê da hafizayek xurt û wateyek pirqatî û mezin ava kirîye. Ferhengek dewlemend, çand û jiyaneke xweser û dêrûnî û kesayetek cîhêreng afirandîye. Her rengek xwedîyê dîrokeka kûr e. Ji bo neteweya demokratik ev yek asoyeka nû û berek û bergeheke kûr û fireh îfade dike. Bi tevlekirina her rengekî ra dê aso û bereka neteweyî bêhtir kûr bibe. Dê yekîtîyek bêhtir xurt û watedar bê avakirin. Dê bigîhêje palpişteka manewî ya pir hêja û qewim. Divê wateyê da divê yekîtî li ser bingeha xweşbînî, wekhevî, aştî, asaletû azadîyê, li ser esasa demokrasîyeka radîkal bê avakirin.
Têkoşîna azadîyê vê yekê li me ferz dike, lê ev bi qasî tê gotin ne hêsan e. Xetek heye ku li ser navê doza Kurdan û Kurdîstanê berjewendîyên perçeyekî derdixe pêş. Din ava perçeyekî da jîberjewendîyên partîyekê, din ava partîyê da berjewendîyên eşîr û malbata xwe, din ava malbatê da jî berjewendîyên xwe yên şexsî di ser her tiştî ra digire. Ji bo bidestxistina berjewendîyeka biçûk çavê xwe ji wendakirina gelek tiştan ra digire û bi vê sekna xwe dikeve bin xizmeta mêtîngerîyê û i neteweyekê dide wendakirin. Esas girtina berjewendîyên eşîr û malbatê ketina pey hesaben biçûk li pêşîya netewebûyînê dibin asteng. Rewşa Başûr div ê wateyê da mînak e. Bi salan e ku li wir rêveberîyeka xweser û federalîteyek heye. Digel ewqas derfetan û mercên guncav jî hîn rêveberî û sazîbûneka neteweyî ya yekpare nehatîye avakirin. Sazîyen heyî jî ji ber nêzikatîyên şaş nayên şixulandin.
Yekîtîya neteweyî nayê wê wateyê ku divê rêxistin û partîyên Kurdan giş dev ji îdeolojî û bernameyên xwe berdin û tevlî îdeolojî û bernameya rêxistinekê bibin. Divê her rengekî kurdewar bi rêxistinîya xwe ya xweser tevlî yekîtîyê bibe. Divê her rêxistin û partî xweserîya xwe biparêze û wekî vîneka xweser din ava yekîtîyê de cîh bigire. Stratejî û polîtîkaye neteweyî jî divê li ser alîyên hevpar ên hemû reng û rêxistinan bê avakirin. Her reng û rexistin divê alîyên xweyên demokratîk, aştîxwaz û azadîxwaz derxin pêş û ji bo bi dest xistina azadîya neteweyî dev ji hesaben biçûk berdin. Divê çavên ti hêzê li der nebe û kes xwe li gorî nêzîkatîyên hêzên hegomonîk û mêtînger eyar neke. Dê çavên li der him bi xwe, him jî bi neteweyê bidin wendakirin. Pêşîyên me belasebeb negotine, çavên li derîya xwelî li serîyan.

Birêz OCALAN emrê xwe di vê oxirê da xere kir. Hê jî di bin wê tecrîda giran da bi salane hewl dide ku aqilekî neteweyî yê stratejik bi pêş bixe. Afirînerî û têkoşîna wî ya div î warî da hêvîyên gele Kurd jî, yên gelên Rojhilata Navîn jî xurttir kirine. Netewreya demokratîk wekî tevnekê hemû rengên kurdewar û Kurdîstanî, hemû rengên herêma Rojhilata Navîn hildide nava xwe. Konfederalîzma demokratîk we kî sazîya hevpar a hemû rengên civakî, xweserîya demokratîk jî wekî sazîbûna her rengî ye. Ev hemû nêzîkatîya Birêz OCALAN şênbertir dikin. Digel kêmasîyên heyî Rojava bi xwe jî mînakek şênber e. Ev aqilê stratejik û polîtîk ê ku ji alîyê Birêz OCALAN ve hatiye bipêşxistin û wekî ‘Netewaya Demokratîk’ hatiye formulekirin çareserkirina pirsgirekên herêmî û yên gerdûmî di nava hev da pêk tîne.
Tora zimanê Kurdî jî gaveko stratejîk û girîng e. Xurtkirina wê dê hin astengên li pêşîya yekîtîyê jî ji navê rake.

 

Wênebîskek (bîranîneka xurt)

Şansê azadîyê yê ku derketîye holê û xetereyên mezin ên mihtemel avakirina yekîtîyê li me ferz dikin. Lê ev yek evqas ne hêsan e. Rewşa Başûr vê yekê radixîne ber çavan. Lê dijwarbûna avakirina yekîtîyê tene ji wir ve têkildar nîne. Perçeweslebûna civakî din ava rêxistinê û di kesayeta her însanekî Kurd daİ her mirovekî/a bindest da xwe bi rengekî cuda dide der. Kesayet û dêrûnîyên perçebûyî mirovan ji ziman û nasnameya xwe ya çandî bi dûr dixin û berê wan didin hevrazekî din. Biranîna li jêrê jî dê ji alîyekî ve be ji bale bikişîne ser diwarîya neteweyîbûna kesayetan.
Wextekê ez û hevalekî bin nav Ehmet di tîpek F yê da bi qasî heft heşt mehan di heman hicreyê da man. Em ji heman herême bûn. Em her dî din ava çandek Îslamî ya sunî da mezin bûbûn. Ew kirmanckîaxêv û palayî, bû ez Kurmancîaxêv û depî bûm. Di xuyangê da tenê zaravayên me cuda bûn û em alîgirê heman tevger û xetê bûn. Min Kirmanckî û wî jî Kurmancî nedizanî. Ji ber vê sedemê di sêrî da em mecbûr mabûn ku di nava xwe da bi Tirkî biaxivin. Bi qasî hefteyekî me di hicreyê da kir tirketirk. Lê ev yek ni min pir giran dihat û ez pêdiêşîyam. Piştî hefteyekî em rûniştin û me ev rewşa xweya sosret nirxand. Di dawîyê da me biryar da ku em di jîyana rojane da ji xêncî zaravayên xwe bi ti zimanî neaxivin. Û em bi serhişkî li ser vê soza xwe sekinin.
Her yekî ji me her carê bi gotin, îşaret û mîmikan hewl dida ku xwe bi yê din bide fêmkirin. Rojên ewil me gelekê zorî kişand. Di vê navê da em gelekê bi xwe kenîyan û kêfxweş jî bûn. Her ku çû me hê zêde û hê rihek hevûdu fêm kir. Ji alîyekî ve jî me dest bi xwendina rûpela Kirmanckî-Verozê ya Azadîya welatê kir. Me ji der ferheng û pirtûkên Kirmanckî dan anîn û min dest bi hînbûna Kirmanckî kir.

Nezanîn û fêmnekirina zaravayên hev di sêrî da li pêşîya me bûbû asteng û wekî sînorekî dijwar derketibû peşberî me. Em ji zaravayên xwe bi dûr xistibûn û berê me dabû Tirkî. Bêyî dile merber jî em kiribûn bendeye polîtîkaya helandinê û me xwe bi xwe, xwe diheland. Tirkî axivîn wekî elimînekê bi pêş ketîbû û bi me hêsan dihat. Ger em pê neêşîyana bîryareka hişk berê xwe nedabuya zimanê dayîkê, dê em roj bi roj ji nasnameya xweya çandî bi dûr biketana. Lê em bi israr li zaravayên xwe xwedî derketin. Bi saya vê heterkirinê me din ava çend mehan da ew asteng û sînorê navberê ê ku di renge nezanîn û hevûdu fêmkirinê da derketibû peşberî me ji navê rakirin. Vê jî aso û bergeha me ya neteweyî zûrtie û firehtir kir. Û rê li ber neteweyîbûneke bêhtir xurt vekir.
Gelek hevalên me nêzanîna zaravayên hev an jî baş nezanîna bi zimanê dayîkê ji xwe ra dikin hincet û xwe li Tirkî digirin. Bi vê Tirkîhêzîyê jî teorîse dikin û wekî tiştekî asayî pênase dikin. Lê nafikirin û nabêjin ku gelo kê em elimandin Tirkî û radestî hêsanîya vê elimînê dibin. Li şûna ku di ber zimanê xwe da zehmetîyê bikşînin û bi astengan ra şer bikin rihetîyê hildibijerin. Di dawîyê da kesayeteka di gotinê da kurdewar, lê bi cewher û kirinên xwe dişîbê tiştekî din derdikeve holê.
Tenê di navbera Kurmancîaxêv û Kirmanvkiaxêvan da pirsgirekên wiha dernakevin hole? Pirsgirekên bi vî rengî di navbera hemû zarava û devokên cuda û di navbera bîr û bawerî û perçeyan da jî derdikevin holê. Ev jî karê me dijwartir dike.

Avakirina zimanekî standard ê neteweyî jî bi yekîtîya neteweyî ve girêdayî her di rojewê da ye. Wextekê her beşekê civakê dixwest ku zaraveya wî ya ku pê diaxive heta devoka wî bibe bingeha zimanê neteweyî yê standard. Ev feraset hêdî hêdî diguhere. Jîyîn û jîyandina hemû zaravayên din ava xwe da standardize kirina her zaravayê, wekî dewlemendîyeka neteweyî qebûlkirina devokan girîng e. Neteweya demokratîk jî dê li ser bingeheka pirreng bê avakirin.

 

Encam
Belê, dem dema azadîyê û rêya wê jî bi bipêşxistina aqilekî stratejîk û polîtîk û avakirina yekîtîya neteweyî ra derbas dibe. Yekîtî xeyala civaka Kurdan bi sedan salan e û wexta wê hatiye ku bê avakirin. Ev firendeka pir bi qîmet e û divê ji dest neye revandin. Keda Birêz OCALAN a bi dehan salan; derfetên ku bi saya têkoşînên div an 200 salên dawîn da hatine dayîn derketine holê; xwezî û hosî û wesîyeta tevahî şehîdên Kurdîstanê divê vala neyên derxistin.
Berî her tiştî divê yekîtî di dil û mêjîyan da bê avakirin. Divê di hefizaya civakî da Birêz OCALAN, Mele Mistefa, Qasimlo, Qazî Mihemed, Şêx Ubeydulah, Bedirxan Beg, Seyîd Riza, Şêx Seîd, Derwêşê Evdî, Ehmedê Xanî, Şêx Adî, Behûl û hwd. Giş bigîhêjin hev û bibin stûn û hîmên yekîtîyê. Kesayet û derûnîya civakî ya perçewesle bûyî jî dê bi vî awayî bê tedawîkirin.
Belê dem dema azadîyê ye.
Dem dema avakirina NETEWA DEMOKRATÎK e.
Bi hêvîya ku ew rûyê reş û sar bi coşîya berxwedana 8’e Adarê gern û bi hêza paqijker a Agirê Newrozê jî ronî bibe bimînin di xweşîyê da.

Bunları da beğenebilirsin

Yoruma kapalı.