Düşünce ve Kuram Dergisi

Di rêxistinbûna jinan de rola xebatên akademîk

Mulkiye Bîrtane

Ji destpêka mirovahiyê heta îro her du cinsan (jin û mêr) jiyaneke hevpar bi hev re meşandine. Yek bê ya din, an jî yek bê yê din nejiyaye, ji hev neqetiyane û ji bo ku ev jiyana hevpar bidome, divê ji hev û din neqetin jî…

Jinan bi hezaran salan beriya ku mirov derbasî jiyaneke bajarî bibin, rêveberiya civakeke adîl, demokratîk û xwezaparêz kirine. Bi çandiniyê re mijûl bûne, sewal kedî kirine, gund ava kirine û jiyana pergala civakeke xwecîhî afirandine. Lê pergala serdest a mêrî ev 5 hezar sal in ku cudahiyeke pir mezin xistiye navbera her du cinsan û jin ji wê demê heta îro ji hêla mêran ve hatine perçiqandin û hêj jî tên perçiqandin. Di vê sedsalê de êdî jin li dîroka xwe ya ku ji hêla mêran ve hatiye windakirin, digerin. Li rastiya jiyana hevpar a jin û mêran digerin. Rastiya ku wan bi hezaran salan bi kedeke giranbûha afirandibûn ji destên wan hatibû girtin, careke din bi dest dixin… Ji bo vê jî li her derê cihanê têkoşîneke dijwar didin. Ji ber ku asta têkoşîna wan a li hember pergala baviksalarî/mêrî her ku diçe xurtir dibe. Gava ku vê têkoşînê didin jî rastî gelek tundî, tedehî û neheqiyan tên. Riya ku van neheqiyan ji holê rake jî xebatên rêxistinî û zanistî ne. Ji bo vê jî pêdivî bi sazî û dezgehên ku van karan bikin heye.

Belê, îro hin saziyên ku kar û xebatên ji bo alîkariya jinan bikin hene, lê her yek bi tena serê xwe van xebatan didomînin. Di navbera wan de têkiliyeke xurt a ku zanînên xwe parve bikin tune ye. Ji ber vê rewşa heyî jî divê riyeke ku van kar û xebatan kordîne bike, hebe… Heke jin dixwazin asta zanîna xwe bilindtir bikin û vê zanînê bigîhînin civakê, divê bingeha wê ava bikin. Ev jî pêdiviya saziyên zanistiyê derdixe holê.

Di gelek zanîngeh, komele û saziyan de hin proje û lêkolînên der barê jiyana civakî tên kirin. Tê zanîn ku zanyar an jî lêkolîner bi giştî zilam in. Di nav wan de hejmara jinan gelekî kêm e. Ji bo wê jî lêkolînên ku tên kirin yek alî ne, ango bi nêrînên zilaman tên şîrovekirin. Ji bo ku rê li pêşiya vê rewşê bê girtin, kurd di salên dawî de komeleyên zanist û lêkolînê, akademiyan vedikin.

Akademî, saziyên lêkolîn û zanistê ne… Kar û xebatên ku li van deran tên kirin ji bo rihetî û pêşveçûyina civakê ne. Di sala 2010’an de Komeleya Akademiya Jinan li Amedê hate vekirin. Di vê komeleyê de jin zanînên xwe parve dikin û dixwazin bibin pêşengên ronahiya civakê. Bi van akademiyan careke din rê li pêşiya jinên azad û demokratîk ên ku dikarin bifikirin, biafirînin, hînî hev bikin, zanînên xwe parve bikin û hemcinsên xwe û civakê perwerde bikin vedibe. Careke din jin, vedigerin jiyana hevpar a xwezayî.

Di komeleyê de ji bo îro kêm be jî, ji siyasetê bigirin heta aborî, dîrok, felsefe, civaknasî, tenduristî, hiqûq, ziman, çand û hunerê di gelek qadan de hin xebat tên kirin. Armanc ew e ku jiyaneke têkildarê zanistê û azadiyê biafîrînin. Em hemû dizanin ku, civakeke azad ji kesên azad difikirin pêk tê. Heke di nav civakê de cinsek neazad be, ya din jî neazad e. Jiyana îroyîn jinan mecbûrê lêgerîna azadiya xwe dike. Wê gavê jî em dibêjin, heta jin azad nebe, zilam jî azad nabe, civak jî.

Ev gotin di hemû qadên jiyanê de hewcedariya rêxistinên jinan derdixe pêş. Di sedsala 21’emîn de her çiqas teknolojî jiyanê rihetir û hêsantir bike jî li her dere cîhanê gelek pirsgirêkên civakî derketine holê û bi demê re gelekên din jî dê derbikevin. Mirov dikare van pirsgirêkan tênê bi nêrîneke zanistî tesbît bike û riyên çareseriyê bigere.

Di nav civakê de hişyariyeke li ser pirsgirêkên wek lêkolînên li ser malbat û cinsa jinan –tundî, tecawuz û destdirêjiya cinsî, zewaca temenê biçûk, bêkarî û hwd.ancax bi xebatên akademîk tên tespit kirin û rêbazên çareseriyê tên dîtin. Bi riya zanistiya civaknasî, psîkolojî, felsefe û olî bi her awayî nêzîkatiya civakê ya ji bo rolên zayenda civakî derxdikevin holê. Li seranserê cihanê armanca van xebatan rewşa jinan a civakî û çareserkirina newekheviya her du cinsan e.

Rolên zayenda civakî ya ji bo jinan pirsgirêka herî mezin a cihanê û bi taybetî jî ya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn e. Ji bo ev pirsgirêka ku rastiya civakan nîşan dide baş bê çareserkirin, hewcedarî bi rêbazên zanistî û xebatên akademîk hene. Mirov dikare bi van xebatan newekheviya cinsan ji holê rake.

Ji bo ku xebatên zanistiyê bên xurtkirin, bi civîn, bername, perwerdehî û nîqaşên berfireh asta zanîna civakê tên bilindkirin û ev jî rê li pêşiya rêxistinbûna civakê vedikin.

Hêza jinan a di nav civakê de çiqas xurt bibe, ev yek ne tenê ji bo berjewendiyên jinan, ji bo hemû qadên civakê qezencek e. Gava ku statûya jinan a civakî bilindtir bibe, civak jî bi vê avantajê bi pêş ve diçe û wê gavê jin jî dikarin bandora xwe li ser hemû qadan bikin. Heke bi xebatên akademîk pirsgirêkên jinan li ber çavan bên raxistin û di nav civakê de zêde dê bên nîqaşkirin, jin jî li ser vê esasê dikarin rêxistinên xwe ava bikin û bandora xwe li ser civakê bikin.

Di naveroka xwe de li ser pêvajoya guherîna civakê sê gavên bingehîn ên xebatên jinan hene:

  1. Zanîn an jî teorî. Ev gav, di saziyên akademîk de bi xebatên zanistî pêk tê.
  2. Çalakî an jî pratîk. Ev qav, di saziyên sivîl û tevgerên jinan de bi çalakiyên demokratîk pêk tê.
  3. Avakirina bingeha siyasî. Di vê gavê de biryardayîna erkên herêmî, neteweyî û navneteweyî derdikevin pêş.

Bi van her sê gavan ji aliyekê ve di nav civakê de zanînek çêdibe, ji aliyên din vê jî bi pratîk û çalakiyan guherînên civakî tên bidestxistin. Bi polîtîkayên dewletan û çêkirina qanûnan jî ev guherîn dikevin meriyetê.

Gava ku xebatên zanistiyê bi civakê re bên parvekirin, ji hêla teoriyê ve civak bi pirsgirêk ango bi rewşa heyî dihese. Li ser ve esasê çalakî bandorê hem li ser civakê hem jî li ser siyaseta dewletan çêdikin.

Wek nimûne: Li Tirkiyeyê di sala 2012’an de çalakiyên ji bo kurtaj û sezeryana ku li ser bedana jinan bûn mijara nîqaşên mezin, civaka kurd û tirk, bi taybetî jî jin ketin nav liv û tevgeran. Piştî van çalakiyan hikûmet mecbûr ma ku qanûnên ku dixwest biguherînin, neguhertin û neçar ma ku paşve gav biavêje. Jinan hemû qad veguherandin cihên çalakiyan; di çapemeniya nivîskî û dîtbarî de, di bernameyên televîzyonan de dengê xwe gihandin raya giştî û rayedarên dewletê…

Her wiha, li gor lêkolîn û îstatîstîkên di navbera salên 2002 û 2012’an de, di dema îktidara AKP’ê de, şîdeta li dijî jinan ji sedî 1400 zêde bûye jî xebatên vê qadê xurtir kirin. Hemû saziyên jinan û saziyên akademîk ev yek kirin mijara nîqaşê û çalakiyên cur bi cur li dar xistin. Hikûmet û Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê jî li gor van daneyên lêkolînan, di hin qanûnan de guherînên ku ji bo jinan avantajan dihundirînin, pêk anîn. Lê em dizanin ku di van qanûnan de hê jî gelek kêmasî hene û divê dewlet vê rewşa ku di navbera jin û zilaman de cudahiyên mêzin nîşan didin, ji holê rake. Wekî din gava ku em berê xwe didin welatên cihanê, her roj li gelek welatan li hember tecawiz, destdirêjiya li ser bedena jinan û kuştinên jinan jî gelek çalakî pêk tên. Ev çalakî jî, ji bo xebatên akademîk bingehan ava dikin. An çalakî rê nîşanî xebatên akademîk didin, an jî xebatên akademîk rê li pêşiya çalakî û rêxistinbûna civakê vedikin. Lêkolîner li gorî van çalakiyan xebatên xwe dikin û pêşkêşî civakê dikin. Ev her du gav, hev û din xurtir dikin û rêxistinên jinan jî bi wan berfirehtir dibin.

Gava ku em bala xwe didin van xebatan û bi taybetî jî rewşa jinan a civakî, em dibînin ku dîroka mirovahî û ya jinan me ber bi lêkolînên kûr ve bi rê dikin. Ji bo vê yekê, divê em li bersivên pirsên jêrîn bigerin:

  • Jinan heta niha çi xebat kirine? An jî çawa têkoşînek dane meşandin?
  • Li Tirkiyeyê tevgerên jinan di kîjan astê de ne?
  • Tevgera jinên kurd ji bo civaka kurd û ya Tirkiyeyê tê çi wateyê?

Ji sed salî zêdetir e ku li gelek welatan ji nêrînên siyasî yên cuda, gelek xebatên akademîk yên der barê xwestek û cihê jinan ên di nav civakê de hatine kirin. Tê zanîn ku lêkolînên li ser civak û jiyana jinan, xala hevpar a navbera tecrubeyên jiyan û zanistê – ûjiyan û akademîkê ye. Di qada akademîk de pirsgirêkên cur bi cur yên hemû qadên jiyanê tên lêkolînkirin û nîqaşkirin. Ev pirsgirêkên cur bi cur di heman demê de dewlemendiya qada jiyana jinan e jî. Jin di nav civakê de bi vê dewlemendiyê dibin mijara zanistê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber vê yekê ev jiyana dewlemend wek “Jineolojî “ bi nav kiriye. Jiyana jinan têkildarê hemû qadên jiyanê ye û heke ev jiyan baş bê lêkolînkirin û pirsgirêkên wê baş bên tesbîtkirin û çareserkirin, jiyana civakî jî dê ewqas ber bi başiyê ve biçe. Ev xebat ji bo pêvajoyên jiyana pêşerojê dê alîkariya civakê ya mayînde bike. Heke ji dema neolîtîkê heta roja me ya îroyîn, dîroka mirovahiyê bi kurahî bê lêkolînkirin, dê bê dîtin ku bandora jinan ji astronomiyê heta erdnîgariyê, ji çandiniyê heta sewalkariyê û afirandina jiyana teknolojîk, di gelek qadan de xwe dide der.

Li welatên Rojava di gelek zanîngehan de navendên lêkolînan yên ji bo jinan hatine vekirin. Ev navend karên akademîk dikin û jin jî, ji van navendan alîkariya civakî digirin. Li Tirkiyeyê di çend zanîngehan de ev navend vebûne, lê xebatên ku tên kirin têrî çareserkirina pirsgirêkên jinan nakin. Heke li her bajarî, di her zanîngehê de “Beşa Jinelojiyê” bê vekirin, jin dikarin hem alikariya civakî bigirin, hem jî rêxistinbûna xwe xurt bikin û asta zanîna xwe bilindtir bikin.

Asta zanîna jinan bi têkoşîna wan a li hember pergala baviksalarî ve girêdayî ye. Her sal di 8’ê Adarê de bi milyonan jin li seran serê cihanê dikevin nav çalakiyan ku mafên xwe yên xwezayî bi dest bixin. Li gelek welatan bi giştî nebe jî bi awayekî jinan mafên xwe bi dest xistine. Di 25’ê Mijdarê de bi hêza rêxistinên jinan bi çalakiyên mezin li hember şîdetê têkoşîna jinan didomînin.

Li Tirkiyeyê tevgerên jinan di kîjan astê de ne?

Ji ber ku li Tirkiyeyê gelek nijad bi hev re dijîn, pirsgirêkên civakan jiyana jinan girantir dikin. Ev yek jî tevgerên jinan ji hev qut dikin.

Her çi qas tevgerên jinan ji hev qutkirî xuya bikin jî di hin çalakiyan de bi armanceke hevpar dadikevin qadan. Di xwestekên xwe de, xwe digîhînin hev û din. Bandora Tevgera Jinên Kurd hem li ser tevgerên jinên tirk, hem li ser tevahiya civaka Tirkiyeyê û hem jî li ser xebatên akademîk bi giranî tê dîtin. Jinên tirk di her firsendê de Tevgera Jinên Kurd ji xwe re wek mînak digirin. Di nav civaka kurd de jî pêşengiya civakê dikin. Ji ber ku di têkoşîna azadiya gelê kurd de herî zêde berdêl wan dane, di hemû çalakiyan de jî ew li pêş in.

Ji bo ku xebatên akademîk bên kirin hewcedarî bi çi heye?

Li ser vê mijarê zanyar dibêjin: “Pirsgirêkên ku welatekî mijûl dikin, tenê bi xebatên akademîk dikarin bên çareserkirin.” Ji bo vê jî li gelek welatan, ji bo lêkolîn û xebatên akademîk aboriyeke mezin tê veqetandin. Ev aborî kar û xebatan hêsantir û rihetir dike. Lê li Tirkiyeyê mirov nikare behsa tişteke wisa bike. Li zanîngeh û saziyên dewletê ji bo xebatên akademîk aboriyeke pir kêm tê veqetandin. Ji bo pirsgirêkên welêt ên din jî hema hema qet piştgiriya abaorî nîn e. Pirsgirêkên civakê yên siyasî, civakî, psikolojîk, aborî, hiqûqî û hwd., divê bi her awayî, bi piştgiriya aboriyeke xurt bên lêkolînkirin. Ji ber ku di vê sedsalê de bi riya ragihandina teknolojîk lêkolîn bi hêsanî digîhîjin civakê, gava ku encamên van lêkolînan derdikevin jî, divê bi riya perwerdehî, çapemenî, sînema û şanoyê ve raya giştî civak bê agahdarkirin. Ev jî dîsa bi aboriyê ve girêdayî ye.

 

Di qada kar û xebatan de jin:

Gelek caran di jiyana kar û xebatê de jî rewşa jinan dibe mijara lêkolînên akademîk.

Li gor lêkolîn û îstatîstîkan, wek qadên din ên jiyanê di vê qadê de jî hebûna jinan bisînorkirî û gelekî kêm e. Sedemên wê gelek in. Astengiyên çandî, civakî, olî hemû divê li pêş çavan bên girtin. Her yek bi serê xwe mijara lêkolînê ye. Di hemûyan de cudakariya zayendî xala sereke ye. Şert û mercên kargehan ji bo jinan astengiyeke gelekî girîng e. Rolên zayenda civakî herî zêde jinan dixe nav zehmetiyan. Karên ku jin dikarin bikin bi van rolan tên astengkirin. Lê tê zanîn ku di şert û mercên jiyanê yên îroyîn de jin dikarin di hemû karan de bi hêsanî ser bikevin. Hejmara jinên karmend, karker û rêveber li gor zilaman pir kêm in. Jin ji bo vê jî gelek caran bi riya rêxistinên jinan dengê xwe bilind dikin.

Bandora olî ya li ser jiyana jinan:

Bandora civaka olî jî bi her awayî rê li pêşiya jinan a di qada xebatê de digire. Malbat hem zarokên xwe yên keç nadin xwendin, hem jî nahêlin ew biçin li derveyî malê û bixebitin. Ji bo ku zarokên keç bixwînin û bikaribin bibin xwedî kar, li gelek welatên ku paşve mane, gelek rê û rêbazên zanistî tên ceribandin. Li gor encamên lêkolînan dewlet jî êdî vê cudakariyê dixwazin ji holê rakin, polîtîkayên xwe diguherînin. Lê li Tirkiyeyê di nav deh salên dawî de bi polîtîkayên AKP’ê zarokên keç û jin tên xwestin ku di nav çar dîwarên malê de bên girtin. Tevgerên jinan li hember van polîtîkayên paşverû jî di nav liv û tevgereke mezin de ne.

 

Siyaset û jin:

Gava ku em bala xwe didin qada siyasetêa giştî ya cihanê jî ev rewş ji qadên din cudatir nîn e. Temsîlîyeta jinan a di nav partiyên siyasî de hema hema em dikarin bibêjin tune ye. Ji serokatiya partiyan heta temsiliyeta li parlamentoyê jin bêpar tên hîştin. Di hemû rêveberiyan de zilam ji jinan zêdetir temsîliyeta siyasetê dikin. Lê di nav deh-panzdeh salên dawî de siyaseta kurd û Tevgera Jinên Kurd di pratîka xwe de temsîliyeta jinan xist rojeva siyaseta Tirkiyeyê. Hemû partiyên siyasî yên Tirkiyeyê jî ev gava pratîkî ji bo xwe wek mînak girtin û di rêzikname û bernameyên xwe de cih dan temsîliyeta jinan. Lêkolînerên li Tirkiyeyê jî herî zêde li ser siyaseta kurd xebatên xwe yên zanistiyê dikin.

 

Parastina lêkolînan:

Ji bo ku ev lêkolîn ji bo nifşên pêşerojê bibin rêber, hewcedarî bi arşîvkirina wan heye. Lêkolînerên pêşerojê dikarin bi hêsanî xwe bigîhînin van arşîvan ku bikaribin xebatên xwe yên ji bo civaka xwe ya wê demê bikin. Ji ber vê yekê jî hemû sazî divê xebatên arşîvê bi pêş bixin. Pirtûkxaneyên gel jî, ji bo van lêkolînan cihên rasteqîn in.

Bunları da beğenebilirsin

Yoruma kapalı.