Düşünce ve Kuram Dergisi

Lêhûrbûnek li ser dengbêjiyê û ‘Delalê Edûlê’ 

Rojgirav Dicle

Her çand, zindîbûna xwe bi damarên xwe yên xwînê ku ji çavkaniyên xwe digire diji. Çavkaniya çanda kurd a zindî, di cewherê xwe de, çanda civaka xwezayî an jî ya neolîtîkê ye. Bes di pêşketina şaristaniyê de, welatê kurdan û rastiya civaka kurdan, ew qas hatiye ruxandin ku, ev çavkanî wek xezineyeke ku di bin xerabeyekê de mabe. Em çiqas bixwazin, bi mejiyê xwe û dilê xwe bigihînin vê çavkaniyê û zindîbûna xwe û çanda xwe ji vir xwedî bikin jî, destê me, çavên me û dilê me rê ji xwe re nabînin ku xwe bigihîninê. Di çanda şaristaniyan de, tiştê ku hatiye nivîsandin û hatiye tomarkirin, hîn zêdetir di pêş de derdikevin û rengê çandan belî dikin. Lê kurd ji bo ku bi her awayî neketine nava vê şaristaniyê, çanda wan hîn zêdetir di jiyana wan a rojane û di gotinên wan de veşartî maye. Ev veşartîbûn, di sedsalên dawîn de, ber bi tunebûnekê ve diçûn. Lê bi têkoşîna vejînbûna kurdan re, ev çand nirxê wî hate fêmkirin û hêdî hêdî ber bi zindîbûnê ve diçe. Her çiqas, ji bo zindîbûnê têkoşîneke ideolojîk û leşkerî bi pêş ket jî, ji bo ku damarên me yên ku me bi çavkaniyan ve girêdidin hatibûn qutkirin an lawaz mabûn, zindîbûna me ya çandî pir zêde bi pêş neket. Di hundirê têkoşînê de, me fêm kir ku, damara me yî herî zindî, ku me bi çavkaniyên me re girêdide û ji îro diherike paşerojê û ji paşerojê jî diherike îro, di deng û kilamên dengbêjan de veşartiye. Mirov dikare bêje ku dengbêjî, damara çanda civaka demokratîk-komunal a ku rengê kurdan a herî xurt e. Ji bo vî awayî jî, xwe naskirin, vejîn û zindîbûnê de, em çiqas li ser dengbêjiyê bisekinin, ew qas di cih de ye. Dengbêjî çi ye, kî ne, di kilamên wan de çi veşartiye û diyalektika dengbêjiyê çawa tê hûnandin, çend gotin pêwîst e em li ser bêjin. Bes di destpêkê de em vê yekê bêjin, ev mijar pir berfireh e û li ser vê mijarê nêrîndanîn, lêkolineke mezin dixwaze. Encax li vir, wek perspektîfa nêrînê, çend gotinên ku bê gotin, wek taslaqek bê fêmkirin wê hîn di cih de be. Ji bo ku nêrîn, hîn baştir di cihê xwe de rûnê, di dengbêjiyê de, mînaka herî baş tê zanîn, çîroka Derwêşê Evdî, bi çend xetên stûr em ê binîn ziman.

Di sazkirin û tarza dengbêjan de, yek çîrok nayê gotin. Yanî çîroka yek kesî nayê gotin. Hin zêdetir eşîr an egîdên wan dertên pêş. Lê leheng ne bi serê xwe ne. Şexs bixwe ne leheng e. Bi derdora xwe leheng e. Ev bi xwe taybetmendiyên etnîsîteyan e. Bi pêşketina bajarvaniyê re, klan an eşîr digihîjin hev. Her lehengek li ser navê civakê an klanê tevdigere.

Taybetmendiyên leheng taybetmendiyên wan nîşan dide. Derwêşê Evdî jî, taybetmendiyên êzdîtiyê temsil dike. Ew bixwe serokê Îzdixana ye. Temsila dawîn a kurdê Zerdeştî ye. Berxwedaniya Zerdeştî, wekî ku tê zanîn B.M 1000 temsîl dike. Minak Çilo Izoli ku hevalê herî nêz ê Derwêş e, taybetmendiyên wê civakê an eşîrê dihewîne. Serhildanên eşîrên wan hene û di wan deman de, ji bo ku nebin hêz, li gelek cihan tên belavkirin. Disa Şedadî hene. Ew jî bi heman rewşê re rû bi rû dimînin.

Jixwe zêdetir dengbêj belavbûn û berxwedaniya wan tînin ziman. Ev bixwe berxwedaniya etnisîteyan e. Berxwedaniya eşîran mîna ku bi hev re şer kirine tê fêmkirin. Lê di rastiyê yek li hemberî eşîrên noker û yê din jî li hemberî dewletan e. Minak êşîra Gêsiyan ku bixwe ereb in, eşîra Milan bi xwe kurd in û yê din eşîra İzdîxaniyan e. Di şeran de sê dînamik hene. Yek; etnisîteyên nav kurdan, didu; eşîren noker ku her dem bi desthilatdaran re yek in, sêyemîn; orjinaliteya kurdan temsil dikin. Şer tim di navbera wan de ye. Esas destan van tiştan tîne ziman. Ev di roja me ya îroyîn de jî wisa ye. Ev dînamîk, di hundirê yek diyalektîkî de ne. Tu car ji lehengan dest pê nakin. Heta dibin ap, xal, bav an kalikan. Di navbera wan de, berxwedaniyeke organîk heye û lewma çîrok bi hev re girêdayîne. Ev di destana Derwêşê Evdî de aşkera ye. Lê di çîroka Xelefê Şûvî de ev yek veşartiye. Lewma destan berfireh in.

Di destanan de, bi taybet di ya Derwêşê Evdî de, di nav çîrokê de çîrok hene û bi piranî sê çîrok hene. Diyalektika sêcarani (üçleme) heye. Ji ber ku ji eşîran derbasbûna etnîsîteyan de, konfedarasyona eşîran pêk tê. Me destpêkê got, sê dinamik hene. Minak, Derwêşê Evdi Izdîtiyê û eşîrtiyê; Temir Paşa yê eşîra Milan e û dewletê temsil dike û eşîra Gêsan jî ku bixwe ereb in, etnisîteyan sembol dikin. Etnîsite+Dewlet+Eşir, mîna tez+antîtej û sentezê ne. Meseleya çîroka birayê Derwêş Sadûn, di navbera sê tiştan difetise; bav, destgirtiya wî û Sadûn bixwe ye. Disa Sadûn, Derwêşê Evdî û destgirtiya wî. Her dem sê hêman li pêş in. Disa Çilo İzoli ku birayê heft xwişkan e, diyalektik carinan di navbera wî, xwişk û Derwêş de an di navbera wî, xwiska wî û destgirtiya wî de tê hûnandin. Belki navê kesekî derbas dibe, lê her kesek di nava destanê bi serê xwe çîroka wî heye. Me behsa Çilo İzoli kir, bes di çîroka wî de, çîrokên heft xwişkên wî cuda cuda tên nasandin û her yek bi secaranî bi hev ve girêdayîne.

Şêwazê eşîran bixwe konfederal e û ev bandora xwe li ser çêkirina destan an kilaman kiriye. Lewma di destanê de hem bi serê xwe kesayet e, hem jî bi têkiliya xwe heye. Bes bi serê xwe ne tiştek e. Bo nimûne, her klan bi rengê xwe hene, ev di nava eşîrê de bi rengê xwe hene lê bi eşîrê tên naskirin. Derveyî wan wekî etnîsîte tên naskirin. Dema yek ji me bipirse; destpêkê em dibêjin em kurd in, piştre em ji vê eşîrê ne û kûrtir em ji vê malbatê an bavikan in dibêjin. Mirov formûle bike; Etnisite, Eşir, Klan an Malbat û Bavik ku heta heft bavan diçe, tên rêzkirin. Minak kurd hene, piştre Şedadî hene, ji şedadiyan Çavgurî û ji çavguriyan mala Asê hene. Dema dengbêj ku kilama xwe saz dike, ji Şedadiyan dest pê nake, ew her dem dibe serî û her yek cuda cuda li ser disekine. Bes di vir de, folklor, çand, ol di nava xwe de bi kûrahî tê hûnandin. Ev jî sazkirinê denklemê hêsantir dike. Dengbêj di navbera van dînamîkan de, şîroveyên sosyolojîk in. Sosyolojiya dîroka kurdan e. Bala we bikişîne, kes zêde dernayê pêş. Derwêş sembol e. Bi serê xwe ne destan e. Memê Alan, Rustemê Zal û hwd. wisa ne. Dîroka etnîsteyan ên kurd di nava xwe de dihewînin.

Dengbêj destpêkê herêm, eşîr, dîroka eşîrê û herî dawîn leheng didin nasîn. Diyalektika wê ev e; destpêk çavkanî li ku re bi me didin fêmkirin. Mînak di Derwêşê Evdi de çavkanî bûyera Şengalê ye. Berxwadanî li wir dest pê dike. Jixwe navê wî, di kilaman de Şêrê Şengalê tê binavkirin. Pêşî behsa Şengalê dike, piştre ji Şengalê tên koçkirin. Tên li çiyayê Gabarê bi cih dibin. Di wir de çîroka Xezalê dest pê dike. Ji bo ku têkiliya wan ji çiyê qut bikin, eşîrên mîna Milan ku lê kêleka Gabarê ne, bi wan re têkilî datînin. Bavê Derwêş Evdoyê Şerqî an jî Evdoyê Milhem ji hêla Temir Paşa ve tê xapandin û dadikevin deştê.

Mirov dikare dengbêjan jî bike du beş. Dengbêj bixwe disêwirîne, bes stranbêj ji derve digire. Her çiqas ew stranê bixwe çêbikin jî, stran kurt in û sêwirandin nîn e. Dengbêj dibin du beş. Yek; dengbêjên berê an ên kevn. Didu; yê roja îroyîn. Dengbêjên kevn an ên berê dibin du beş. Yek ji wan dengbêjiya etnîsîteyan û yê din dengbêjiya çînên desthilatdar in. Dengbêjên etnîsîteyan; ên şahiyan û yên civatan e. Yên şahiyan; hîn zêdetir bûyerên rojane tînin ziman. Ji bo dîlanê distrên. Dîrok wan eleqadar nake. Ev li hinek cihan mirtib li hinek cihan gevende an dûman tên binavkirin. Yên civatan; dibin zimanê eşîran an etnîsîteyan xwe eydi eşîrekê nabînin, hîn zêdetir xwe eydi herêman dihesibînin. Di kilamên wan de sînor nîn e. Bes ev hetani 1980’yan didome û bi cuntaya 12e Îlonê re ev yek diguhere. Ew sînorên dewletan nas nakin. Minak Baqi Xido rojek li Kobani, rojek li Pirsûsê û rojek li Efrînê ye. Bo nimûne; Şakiro yê Serhedê ye, Cemil Horo û Baqi Xido yê Riha, Kobanî Efrînê ne. Dîsa li Botanê herêm herêm ji hev diqetin. Dengbêjên deştan têkiliyên wan berfireh in. Bes ên çiya û koçeran bi eşîrên xwe, xwe teng dihêlin. Lê serbixwe ne. Duyemîn dengbêjên qesran in. Mir dikarin dengbêjên xwe diyarî hev dikin. Mirov dikare bibêje hinek dibin malên mîr û axayan. Zêdetir kilamên wan, li ser pesindayîna mîr û began in. Dengbêjên roja îroyîn jî, piştî belavbûna civakê, ji civaka xwezayî dûr ketin. Bes li du cihan li pêş dikevin. Li du cihan dertên pêş. Hinek ji wan li şahiya ne û hinek ji wan li şîniyan e. Hîn zêdetir ên şahiyan, di rojên dawetan de, li ser mêrxasi û evînî distrên. Mînak li Botanê; li gorî werzan an demsalan gotinê tarzê wan hene. Payîzok ku dema amadekariya zivistanê an ser bênderan e, yên li ser şer, yên li ser evînê, yên li ser bêrîvanî hene. Yanî bi kurtasî, li gorî pêwîstiya jiyanê ev yek pêk tê. Hinek jî, kilaman wekî evînî û xwînê jî kategorîze dikin. Dengbêjiya şîniyan jî li ser miriyan, bi piranî li ser mirina mîr û began e. Di nav gel de zêmar jî tê gotin. Ev yek di gelek çandên gelan de hene. Ew bixwe, di karê xwe de pispor in. Minak kilama Ewnî Beg û çîroka wî balkêş e. Evni Beg; bixwe pêşengê THKO’yê ye, li Enqereyê xwendekar e, diçe Filistinê şer dike û di navbera Pirsûs û Akçakaleyê şehid dikeve. Wê demê jê re mala taziyê vedikin û bi taybet bangi Baqi Xido dikin û Baqi Xido gotinê xwiska wî dike destan an kilam. Û ev kilam ne taybetmendiyên axatî û begtiyê ye, taybetmendiyên wî yên kurdayetî û şoreşgertî tîne ziman. Ev kilam li gelek deverên Kurdistanê wekî kilama Ewnî Begê tê nasîn û di wir de Ewnî Beg wekî; “wek mehkumê heft dewletan” tê binavkirin û nemiriniya şoreşgeriya wî tê hûnandin. Di kilamê de giradaneke wî ji bo malbatê heye, bes ji bo gel jî xwe feda dike û wekî; “bavê feqîran” tê şayesandin.

Bi taybetî gelek dengbêj jî, li ser şoreşê û Kurdistanê kilam strandine. Gelek ji wan muzîka nûjen û dengbêjiyê di nav de honandine. Bo nimûne; kesên mîna Brader, Marûf, Delîl Dilanar, Xelil Xemgîn, Hozan Şemdîn bi vî rengî ne.

Mijara me ya ku ez girîng dibînim, di roja me ya îroyîn de; nêzîkahiya me ya dengbêjên ku li ser Derwêşê Evdî distrên û lêhûrbûnek li ser hûrgiliyên destanê ye. Di nava rabirdûyê de gelek guhertoyên vê berxwedaniyê û destanê hene û ji gelek derdoran ve bi dest tê girtin.

Di destana Derwêşê Evdî de ku me li jor jî diyar kiribû, secarani (üçleme) an çîrok di nava çîrokên de bi awayekî diyalektikî hûnandin heye. Di nava nivîskarên kurd ku bixwe bi tirkî dinivîsin de, Yaşar Kemal û Murathan Mungan vê rêbazê bi hostayî bikaranîne.

Dengbêjên ku bi berfirehî Derwêşê Evdî dest girtine; Baqi Xido, Xefari, Şakiro, Cemil Horo, Garapêtê Xaço, Bavê Salih û gelek dengbêjên din, beş bi beş bin jî bilêvkirine. Dema mirov li van dengbêjan dinêre, mantiqê sazkirina kilamê, bûyer an şexs yek in. Hinek dengbêj tenê milên evînî derdixin pêş û ji evîna wan destpêdikin. Destan ji se beşan pêk tê û her beşek di nava xwe de, dîsa bi awayî sêcaranî didome û tev bi hev re girêdayîne. Yekemîn; çîroka Teyar û Derwêşê Xwarzê ye. Duyemîn; çîroka Xezalê û sêyemîn; çîroka Evdoyê Şerqiya (Evdoyê Milhem) û Derwêşê Evdî ye.

Beşa yekem; Teyar şevekê winda dibe û dere malekê. Li wê malê Xezal û dayika wê hene. Bes ev hatin bi şaşî ye. Lê ji bo ku şaşiya xwe bincil bike, ji wan re dibêje, ez hatime Xezalê ji bo Derwêşê Xwarzê bixwazim. Ji ber ku Xezal û dayika wê li mal tenê ne, ji ber tirsê soz didin Teyar. Bes Xezal ji destgirtiyê Xelîfê Bexdayê ye. Derwêşê Xwarzê Xezalê direvîne û piştre tên girtin û eşîra wan sirgûn dikin. Bi qasî ku tê zanîn heta Gabarê diçin û li wir bi cih dibin. Derwêşê Xwarzê û Xezal jî dişînin Bexdayê. Her çiqas di kilaman de li Çiyayê Gabarê bicihbûn nîn be jî, bes di dîroka berxwedaniya êzdiyan de ev yek pir derbas dibe.

Beşa duyem; çîroka Evdoyê Şerqî û Xezalê ye. Evdoyê Şerqi bixwe bavê Derweş e. Wê demê eşîrên Milan ku temsîla dewletê dikin û eşîra Kîkan li derdora Gabarê bi cih bûne. Di çîrokê de, evîna Evdoyê Şerqî ya li hemberî xwişka Zor Temir Paşa Rixmê tê hûnandin. Bes Temir xwişka xwe nade Evdoyê Şerqî û ew bi Eyşanê re dizewice. Derwêşê Evdî û Sadûn jî zarokên Eyşanê ne.

Beşa sêyem jî; çîroka Edûlê û Derwêş e. Evîna Derwêş û Edûlê ji zarokatiyê dest pê dike. Digel ku Evdoyê Şerqi bi Rixmê re nazewice, bes evîna Rixmê tu caran ji dilê wî dernayê. Ji ber vê sedemê dema ku Evdoyê Şerqî diçe dawet an govendan, her dem Derwêş û Sadûn dişîne, gel Rixmê. Rixmê bixwe meta Edûlê ye. Wê demê jî Zor Temir Paşa ji Evdoyê Şerqî, ji bo li hemberî Osmaniyan şer bike alîkarî dixwaze. Evdoyê Şerqi bixwe serekê 50 hezar malê eşîra Êzîdxaniyan e û di şer de li ser dikeve. Temir Paşa sozê Rixmê didê, lê piştre ev soz diguhere û nayê cih. Rixmê jî tu carî nazewice. Di van çûn û hatinan de, Derwêş Edûlê nas dike û evîna wan ji wê rojê dest pê dike. Sal derbas dibin, Evdoyê Şerqî ber bi kalbûnê ve diçe û li gorî dengbêj dibêjin, dibe “koma hestiyan” Piştre Derweş dibe serokê eşîrê û mêrxasiya wî li çar aliyê welêt belav dibe. Di vê çîrokê de sêcaranî heye. Evdoyê Şerqi, Derwêş û Temir Axa li pêş e û her yek ji wan bi serê xwe çîroka wan tê hûnandin.

Di dawiya 1700’î de, Zor Temîr Paşa dîsa bi eşîrên ereban re nakokiyê wî kûr dibe. Dîsa ji eşîran hemûyan alîkarî dixwaze, ji ber ku eşîr ji Gêsiyan ditirsin û bawerî bi Temir Paşa naynin, Temir paşa jî Edûlê wekî xelat pêşberî eşîran dike û wiha dibêje; “Kî fincana zêrîn rake û qebûl bike, li hemberî Gêsiyan şer bike, ez ê Edûlê bidimê.” Temir Paşa baş dizane ku, ew ê Derwês were û eşîrên din jî pêre bin.

Zor Temir Paşa ji Derwêş re name dişîne, name li civata Êzîdxana tê xwendin, bes Evdoyê Şerqî qebûl nake û ji Derwêş re wiha dibêje; “tu ji bo keçekê dikevi cengê” Di vir de diyalogen balkêş di navbera Derwêş û bavî wî de dertê. Derwêş dibêje: “Ma ne tu bûyî, te gora Rixmê vekir, digel ku cesed riziyayî û genî bûbû, te ew cesed bêhn dikir û te digot, çiqas bêhneke xweş e.” Di vir de evîna bavê Derwêş a li hemberî Rixmê bi qasî ya Edûlê mezin e.

Derwêş dikeve rê û Edûl tê pêşiya wî û daxwaza ku nekeve şer dike. Lê Derwêşê Evdî dibêje; “Ez heta te heq nekim, ez te nagirim.” Destgirtiya Çilo Izolî jî tê pêşiya Derwêş, da ku beşdarî şer nebe, gilî û gazinên xwe dike. Destgirtiya wî, bi çûyîna Derweş re çembera xaricî li dora xwe xêz dike û dibêje; “Ger tu herî cengê û bi te re destgirtiyê min were, ez ji vê xariciyê dernayêm.” Di van çîrokan de wekî me berê jî diyar kiribû, çand, ol, ziman; dîrok, zargotin, têkilî, erdnîgarî hemû tên vekirin. Bi taybet çanda êzîdan balkêş e. Di nava êzîdan de, “çembera xaricî” balkêş e û divê li ser bê sekinandin. Çembera xaricî, bingeha xwe ji Zerdeştiyê, ji kembera nefsê ya ku xwe terbiyekirinê digire û di çîrokê de jî bi hosteyî li ser tê sekinandin. Di kemberê de, girêk hene û her girêkek sembola exlaq û rêgezên jiyanê û xwe terbiyekirinê ne. Asta herî binî de ku şagirtî ne, 12 girêk hene; ev bi 36 û heta 72’yan berdewam dike. Ev derbasî lîstikan jî bûye, da ku wekî çandekê li ser zarokan bidin rûniştandinê. Li gorî baweriyê kî wê xêzê kişande kes nikare xera bike ne jî bikevê. Û dergiştiya Çilo Izoli heta dimire di nav xêzê de dimîne. Di çîrokê de, çîroka Çilo Izolî bi berfirehî tê hûnandin. Çilo Izoli bi pismamê xwe re şer dike, dema ku bê kuştin Derwêş ew xelas dike. Ji ber vê yekê, bi Derwêş re girêdayî ye.

Niha Zor Temir Paşa texmîn dike ku ew ê Derwêş were û fincana zêrîn bigire û pê re jî hemû eşîr li pey Derwêş bikevin. Di encamê de wisa jî dibe. Derwêş jî wê demê biryara tenê şerkirinê digire bes ji pêşengên eşîran 12 kes heta dawiyê pê re dimînin. Van lehengan her yek ji wan bi dil û can bi Derwêş re girêdayî ne û her yek ji wan tevli eşîran wan, evînên wan bi awayekî sêcarabûnê tên hûnandin. Ji wan 12 kesan yek Bozan, Sadûn, Çiloyê İzoli, Hemê, Kemhê û yên din in.

Eşîra Gêsî, eşîreke eraban e û nakokiyên wan bi Milan re hene. Ji eşîrê Eferê Gisî destbirakê Derwêş e û mêrxasekî bi nav û deng e. Berî ku şer bikin Efer li girê Qermîtê bi Derwêş re diaxive, naxwaze bi Derwêş re şer bike û dibêje; “Ev şerê me û Milan e” Derwêş dibêje ev şer ji bo Edûlê ye û min fincana zêrîn girtiye. Di çîrokê de, xwişka Efer, birayê Efer jî bi awayekî diyalektikê tên hûnandin.

Şer li girê Qermîte dest pê dike. Hevalên Derwêş yek bi yek dimirin. Di vir de Sadûn û birîndarbûna wî divê li ser bisekinin. Sadûn birîndar dibe û wî dişînin da ku xeberê bide eşîra Êzîdxanan û Edûlê. Li gorî hinek çavkaniyan, Sadûn li wir dimire; lê, Sadûn ji şerê Qermitê xelas dibe.

Derwêş li ser hespê Hedwan e û Hedwan baş tê şayesandin û hêjayî nirxandinê ye. Gêsî fêm dikin ku heta ku

Derwêş li ser Hedwan be nayê kuştin. Birayê Efer wî ber bi bajarê mişkan an xirbeyên mişkan ve dikişîne û lingê Hedwan dikeve koremişkekê û Derwêş dikeve. Dema birîndar dibe, xwiska Efer xwe davêje ser Derwêş û nahêle ku wî bikujin. Derwêş dibin ser girê Qermîtê, berî ku Edûlê were, Derwêş ji Efer re dibêje, porê min şeh bike û simbêlên min bade, bila Edûl min bi vî halî nebîne. Edûl tê Derwêş hê ji birîndar e, Edûl serê Derwêş datîne ser çonga xwe û bi awazekî kilamî destanê dide destpêkirin. Jixwe destan jî, hemû ji zimanê Edûlê tê gotin û lewma navê destanê yê esas; “Kilama Delalê Edûlê ye.

Li gorî hin çavkaniyan, Edûlê heta mirina xwe neziwiciye û bi bîranîna Derwêş re girêdayî dimîne. Bes di vegotina Baqi Xido de û di hinek dengbêjên din de, Edûl dizewice û du zarokên wê çêdibin. U tim û tim çîrokê ji zarokên xwe re dibêje.

Lewma dengbêj kilamên wan dîroka me kurdan a devki ne. U divê her kesekî welatparêz û saziyên me, nehêlin van kilamên me winda bibin û her kes ji hêla xwe, wan berhev bike û ji bo nifşên pey me biparêzin. Kesê ku ji dengbêj û kilaman dûr bikeve, wê ji dîrok, ziman, çand û zargotinê jî dûr bikeve.

Bunları da beğenebilirsin

Yoruma kapalı.